Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qerara konserta Kamkaran li bajarê Mehabadê de hat hilweşandin

13:45 - 1 Îlon 2015

Kurdistan Media: Ji ber bernameyên naskirî bi “Hefteya Dewletê” bernameya konserta Kamkaran ku qirar bû li bajarê Mehabadê de birêve biçe, qerar ji aliiyê rejîmê ve hat betalkirin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistan Media, konserta gurûpa Kamkar ku qirar bû li bajarê Mehabadê de birêve biçe, bi hinceta Hefteya Dewletê ji aliyê berpirsên rejîmê ve hat hilweşandin.

Erdeşîr Kamkar li vê derheqê de ragihand: Berpirsên rejîmê bi me ragihandin ku we ruxset jib o salona 500 kesî wergirtiye, lê ew hola ku qirar e konserta we têde birêve biçe, cihê 580 kesan e û dibe ku hûn ruxsetê jib o 80 kesên din jî bistînin.

Betalkirina qerara vê konsertê li demekê de ye ku gurûpa mozîk a Kamkaran li sê bajarên Kurdistana Rojhilatê de bername hebûne.

Konserta gurûpa mozîk a “Erdeşîr Kamkar” bi stranbêjî û jenyariya hunermendan: Erdeşîr Kamkar, Wehîd Tac, Hişmet Recebzade, Siyawuş Kamkar, Nêyrîz Kamkar, Kambîz Genceyî, Nîgar Xarken, Sîrwan Menhûbî, Tergul Xelîqî, Kamran Ehmedî û Qasim Rehîmzade birêve diçe.