Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên PDKÎ bi hinceta 26’ê Xermanan (16’ Tebaxê) çalakî birêve birin

16:22 - 12 Îlon 2015

Kurdistanmedia: Yad û bîranîna 23’hemîn salvegera şehîdkirina Dr. Sadiq Şerefkendî, Sekretêrê giştî yê PDKÎ û hevalên wî li bajarên Bokan û Rebetê de bi çalakiyên teblîxî bilind hate ragirtin.

Li gor malpera Kurdistanmedia, bi hinceta 26’ê Xermanan (16’ê Tebaxê), 23’hemîn salvegera terrorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî di restorana Mîkonosê a bajarê Bêrlînê, endam û alîgirên PDKÎ çalakî û piropagende di cih û taxên curbicur ên bajarê Bokanê de birêve birin.

Ev cihên ku çalakî têde brêve birine pêk tên ji: Parka Mihemediye, Sûka Mihemediye, Parka Sahilî, şeqama Mamosta Bêkes, pişt Mekteb Quran, sûkên her du şeqamên Kurdistan û Werzişê.

Herwisa xebatkarên demokrat li bajarê Rebetê de jî bi hinceta 26’ê Xermanan(16’ê Tebax)ê li Ferhengiyan, şeqama Kanî Giwêz, Parka Beharan, derdora Qutabxaneya Kiçan, parka Hewareberze û derdora Mizgewta Şafiî, derdora qutabxaneya “Ibn Sîna” û şeqamên Sîsêr û Nestan, wêne û tiraktên taybet bi vê rojê bilav kirine.

Herwisa endamên PDKÎ di gundên Hendavê û Lîlanî çalakiyên teblîxî birêve birin.

Li gor van raporên ku bi destê malpera kurdistanmedia gihîştine, pişrî birêveçûna çalakiyên teblîxî ku endam û alîgirên PDKÎ bi hinceta 26’ê Xermanan encamdabûn, bajarê han ji aliyê rejîmê ve bi tewahî hatiye milîtarîzekirin û hatin û çoyîna hemwelatiyan bi tundî ketiye bin çavdêriya rejîmê de.