Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 26 Xermanan salvegera şehîdêm Mîkonosê li Amerîka birêwe çû

15:37 - 23 Îlon 2015

Kurdistanmedia: di vê rêûresmê de Dr. Xeliqî endarê berê ya PDKÎ ragehand: Dr. Sadiq Şerefkendî di piraniya qonaxên jiyana Şoreşgeriya xwe de, bi berpirsane kar kiriye û bi heû hêz û şiyana xwe xebat dikir û di tekoşîn û xizmet kirnê de mandî nedibû.

Li gor nuçegehaniya kurdistanmedia, roja 29.6.1394 (20.9.2015) rêûresmek bi boneya 23hemîn salvegera terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî , bi beşdariya hejmarek endam û alîgir û dostên PDKÎ li devera Vaşingtonê birêve çû.

Pişt re Dr. Husên Xeliqî endamê berê ya komîteya nawendî ya PDKÎ bas li ser jiyana Dr. Sadiq Şerefkendî û taybetmendiyên şoreşgêrane yên wî şehîdê kir û got: piştî şehîd bûna Dr.Qasilo, şehîd Dr. Sadiq Şerefkendî bi hemû şiyana xwe rêberiya PDKÎ kirye, bi awayekê ku nedhêla bê Dr. Qasimlo yî di PDKÎ de diyar be. Di dirêjiya basê xwe de got: Ez bi xwe şahidê vê yekê me ku ev rêbere di hemû deman de hevkarek baş yê Dr. Qasimlo bû bo vê ku şehîd Dr. Qaimlo di karên xwe de serketî be.

Di beşek di a rêûresmê de fîlmek li ser bandore Dr. Sqdiq şerefkendî li ser PDKÎ hat nîşandan.

Di wî rêûresmê de çendîn part û saziyên siyasî ku di rêûresmê de beşdar bûn, peyan pêşkeş kirin ku pêkhatî bûn ji: liqa Partiya Demokrat a Kurdistan _ amerîka û Kanada

Komîteya rêkxistina yêketî Nîştîmanî Kurdistan_ Amerîka
Kongireya neteweyên Îrana fidiral liqa Amerîka

Di dawiya rêûresmê de çend sirudên şoreşgêrî pêşkeşî beşdarbûyên rêûresmê kirin û rêûresm bi dawî hat.