Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeta PDKÎ di vekirina kongireya Parya Sosyalîta Demokrat ya Danmarkê de beşdarî kir

15:35 - 23 Îlon 2015

Kurdistanmedia: heyeta PDKÎ ku pêkhatibû ji Seîd Soltanpûr û Hejar Deştî li ser vexwendina fermî ya Parta Sosyalîsta Demokrat ya Danmarkê di vekirina kongireya wî partê de beşdarî kirin.

Li gor nuçegehaniya malpera Kurdistanmedia, roja 19 û 20.9.2015(28 û 29.6.1394)an Parta Sosyalîst a demokrat ya Danmarkê kongireya salane ya xwe li bajarê “Alborg” a wî welatî dest pêkir ji bo vê meremê jî hejmarek balyozên welatan, part û hevkarên xwe di vekirina kongirê de vexwendibûn.

Bi merema vekirina wê kongirê, heyeta PDKÎ pêkhatî ji “Seîd Soltanpûr” û “Hejar Deştî” beşdarî di vekirina kongirê de kirin.

Di destpêka vê kongirê de sekretêrê PSD basek li ser pirsa navxweyî, wek yekitiya Ewropa, Şerê dije teror, penaberan pêşkeş kir.û di beşa duhem de jî rolî welatî Danmark di yekyetî Ewropayê de û bitaybet rola PSD a wî welatî hat ber bas.

Di vê derheqê de heyeta PDKÎ tevî hejmarek balyozên welatên beşdar di wî kongirê de pirsên kurd gengeşe kirin.