Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tevî hevalên xwe ên berê kom bû

12:15 - 30 Îlon 2015

Kurdistanmedia: Roja Yekşemî 27.09.2015 ( 05.07.1394)’an Deftera Siyasî ya PDKÎ tevî hevalên xwe ên berê kombûn encam da, û di kombûnê de li ser pirsên hevgirtinê gotûbêj kirin.

Nûçegehaniya malpera Kurdistanmedia ragehand: Kombûna PDKÎ di asta Deftera Siyasî de hate encamdan, û çendîn demjimêran dom kir.

Nûçegehaniya Kurdistanmedia di dirêjiya gotinên xwe de ragehand: Rêzdar Mistefa Hicrî, sekretêrê giştî yê PDKÎ di gotinekê de, derheq bi kombûnê de got: “Ev kombûna di dirêjiya kombûnên din de hatiye encamdan, bi merema lihevnêzkbûna tevî hevalên xwe ên berê”.

Rêzdar Mistefa Hicrî di dirêjiya gotinên xwe de ragehand: “Di vê kombûnê de PDKÎ û hevalên berê niyetpakiya xwe bo hevgirtinê nîşan dan, û di vê derheqê de, em dê zêdetir pêngavan bavêjîn, û herwisa di vê kombûnê de bi rohnî basa xalên hevpişk û dij bi hev hatin kirin, û di kombûnên bihê de, emê hewl bidin ku wan xalan jî yekalî bikin.

Mideha 8 salan berî niha di Payîza sala 2006 (1385)’an de, hejmarek ji endamên rêberî û kadr û pêşmergeyên PDKÎ bi sedema hin pirsên navxweyî ên PDKÎ ji vê partiyê cuda bûn.

Di mideha wan çend salên borî de heya niha çendîn kombûn di astên cuda cuda ên rêberî tevî hevalên berê hatine encamdan, û niha gereke din bo gotubêjan, bi merema hevgirtinê dest pê kiriye.