Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karwanek ji çek û teqemeniyên rejîma Îranê hate girtin

15:54 - 1 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistan Media: Hêzên hevalbendan bi serperestiya Erebistana Si’ûdî ku li dijî Çekdarên Hûsiyan şer dikin, dest bi ser Gemiyeke Îranê de girtin, ku alavên şer ji bo çekdarên Hûsiyan ên Yemenê hilgirtibû.

Li gor Nûçegehaniya Rûytêrs: Hêzên hevalbendan roja Şemiya hefteya borî dest bi ser gemiyeke Îranê de girtin, ku barê vê çek û teqemenî bû, û ber bi welatê Yemenê ve diçû.
Li gor rapor û dosyeyên ku di vê derheqê de ketine ber dest, ev gemiya 14 kesên Îranî di hundirê de bûne, û malikê gemiyê jî kompaniyake Petrolê a ser bi Îranê ye.

Nûçegehanê Feransê di vê derheqê de daye zanîn ku, ev gemî li nêzîk sînorê Yemenê hatiye girtin, û ji nav gemiyê de Mûşekhavêji û hinek alavên şer hebûne.

“Adil Elcebîr” Wezîrê Karê Derve yê Erebistana Si’ûdî di gotûbêjekê de digel Kanala “Elerebiyê” de rejîma Îranê bi hevkarê çekdarên Hûsiyan li Yemanê û sebeba serekî ya wêraniya Sûriyê tometbar dike.

Hefteya borî malpera “Êqtsad News” yek ji malperên nûçegihanên ser bi rejîma Îranê ragehandiye, ji mi’aşên mamostayên perwerde û hînkirinê du hezar tûmen ji bo alîkariya welatiyên Yemenê hatiye wergirtin.

Hûsî ji Şî’eyên Zêydî yên Yemenê ne, ku li dijî Mensûr Hadî, serokkomar û alîgirên wî şer dikin. Rejîma Îslamî ya Îranê bi eşkere piştgiriya çekdarên girûpa Hûsiyan dike, lê gehandina alavên şer û perwerdehiya wan red dike.

Zêdeyî welatiyên Yemenê sunî meseb in, û berpirsên wî welatî rejîma Îranê bi destêwerdan di nav karûbarên wî welatî de tometbardike.