Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Mistefa Hicrî bo “Cêrêmî Korbîn” bi munasibeta hilbijartina wî ji bo serokatiya Partiya Karker a Birîtanyayê

21:35 - 1 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistan Media: Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di peyamekê de bi munasibeta hilbijartina “Cêrêmî Korbîn” ji bo serokatiya Partiya Karker a Birîtanyayê, pîrozbahî li navbirî kir.

Deqa peyamê bi vî awayî ye:

Rêzdar Cêrêmî Korbîn


Ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve, ez germtirîn pîrozbahiyan li cenabê we dikim, bi munasibeta hilbijartina cenabê we, ji bo posta serokatiya Partiya Karker.

Hêvî dikim ku Partiya Karker li jêr serokatiya nû de, berdewam be, ji piştgiriya siyasî û me’inewî ya mêjîn a xwe, ji bo xebat bo mafên mirovan, û demokrasiyê di Rojhelata Navîn de, bi xasmanî di Îranê de.

Piştgirî ji xebata bo demokrasiyê di Rojhelata Navîn de, girîngiyeke taybetî heye ji bo xweşkirina rêya bidestveanîna aramiyeke cihgîr û aştiyeke hertimî di vê beşa girîng a cîhanê de.

Sebeba serekî ji bo berdewamiya pirsgirêkan di vê deverê de, ji wan pirsa terorîzmê û peydabûna saziyên tundrew wekî girûpa DAÎŞ’ê, pawanxazî ye.

Rejîma Îslamî ya Îranê bi awayekî sîstmatîk opozisiyonên demokratîk di hundirê Îranê de tepeser dike, her di wê halî de jî serekîtirîn piştevanê girûpên terorîstî ye, ev rejîma ne tenê alîkariya mana rejîma hov ya Esed dike, belkû beşdariya rasterast di kuştina xelkê sivîl û bêguneh di Sûriyê de jî dike.

Lewra jî piştevaniya we ji bo guherîna rejîmî Îranê, û anîna ser kar a hikûmeteke demokratîk, karekî gellek girîng û stratjîk e ji bo pêkanîna aştî û aramiyê di vê deverê de.

Piştevanî ji mafê netewî yê Kurd, hewce ye ku gellek girîng bê dîtin, ji bo pêkanîna vê aştî û aramiyê.

Hûn wekî kesayetiyekî siyasî yê xwedî bîr û bawer hatine naskirin. Lewra em hêvîdar in ku hûn alîkarê xebata rewa û mêjîn a me bin, ji bo bidestveanîna azadî û demokrasî û mafên rewa yên gelê Kurd.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Sekreterê giştî
Mistefa Hicrî
Îlona 2015’an