Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bûyera Minayê ji aliyê Komara Îslamî ve hatiye encamdan

19:35 - 5 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Piştî bûyera Minayê ku tê de bi hezaran heciyan canê xwe ji dest da, demûdest karbidestên Komara Îslamî û li serweyî hemûyan Xamineyî û Hesen Rûhanî, gef ji deshilatdarên Si’ûdiyayê xwarin, û daxwaz jê kirin ku berpirsatiya bûyerê bigirne stûyê xwe, lê niha dîplomatekî berê yê Komara Îslamî eşkere dike ku rejîma Tehranê bi xwe rêkxerê wê bûyerê bûye.

Li gor nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia: Ferzad Ferhengiyan eşkere kir ku şeş kes ji efserên paye bilind ên Spaha Pasdaran, rêkxerê karesata Minayê ne, û herweha ragehand ku min çend rojan berî despêka rêûresmên hecê, hişdarî da ku Komara Îslamî amadekariyê bo kiryareke terorîstî li Si’ûdiyayê dike.

Adil Seyîdcewad Mûsewî Fermandeyê Leşkira “Aşûra”, Ebdulbarî Mistefa Bextî Fermandeyê nawenda perwerdehiya zanîngeha Îmam a Tehranê, Mistefa Ne’îm Ebdulbarî Rezewî, Mihemed Seyîdebdullah, Salim Sebah Aşûr û Kazim Ebdulzehra Xiredmendan, ew efserên Spaha Pasdaran in ku rêkxer û hokarê bûyera Minayê ne, û hemû jî, ji emdamên pilebilind ên Yekîneya “400”in ku, birêveber û encamderên pîlanên derveyî Spaha Pasdaran û deftera Rêberê Îranê ne.

Ferhengiyan herweha tekezê li ser vê yekê dike ku di nava heciyên îsal de ku bona bicihanîna ferîzeya hecê ber bi Si’ûdiyayê ve çûbûn, pitir ji 5 hezar endamên Spaha Pasdaran berçav dikevin.