Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirê pevçûna di navbera Kurdan û dewleta Tirkiyê de geştir dibe

15:11 - 7 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Weşandina dîmenên rakêşana termê hemwelatiyekî Kurd ji aliyê polîsê Tirk ve di nav torên civakî de tevî dijkiryarên berfireh berbirû bûye.

Li gora wan raporên ku gihîştine malpera Kurdistanmedia: Polîsê Tirkiyê piştî kuştina hemwelatiyekî Kurd, termê wî bi kindirekî ku xistine stûyê wî de, bi panzerê ve girê didin, û di nav kolanên Şirnexê de, û bi ser erdê de dixuşikînin.

Ew hemwelatiyê Kurd, yê bi navê Hacî Luqman Bîrlîk temen 24 salî, zavayê Leyla Bîrlîk parlemantera Kurd di parlementoya Tirkiyê de ye.

Malbata navbirî ragehand ku zarokê wan, çalakê warê mafên mirovan û filmsaz bûye.

Leyla Bîrlîk jî bi beşa Tirkî ya BBC’ê ragehand ku zavayê wan birîndar kirine, û piştî vê ku girtine, ew kuştine. Demîrtaş hevserokê HDP’ê di vê derheqê de ragehand ku: “Baş li vî wêneyî binihêrin, tu kes nabe vê yekê ji bîr bike, jiber ku em tu carî ji bîr nakin”. Tê gotin ku ew film ji aliyê hêzên taybetî ên polîs ve di nav torên civakî de hatiye belavkirin.

Karnasên siyas li ser vê baweriyê ne, ku weşandina vê vîdyoyê dikare agirê aloziya di navbera dewleta Tirkiyê û Kurdan de, zêdetir ji berê geş bike. Davûdoxlo serokwezîrê Tirkiyê jî ew kiryar şermezar kir, û ragehand ku: “kiryareke bi vî rengî derheq her termekî de, heya hekî termê terorîstekî jî be, nahê qebûlkirin”.