Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamostayên ayînî yên Erebistanê daxwaza piştevaniya cîhadî li dijî Rûsiye, Îran û rejîma Beşar Esed kirine

21:30 - 7 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Bi dehan kesî ji mamostayên ayînî yên Erebistanê û welatên Erebî, daxwaza piştevaniya cîhadî li dijî dewletên Sûriye, Îran û Rûsiyê kirine.

Li gorî rapora ku gihaye malpera Kurdistanmedia, mamostayên ayînî yên Erebistana Si’ûdî, bi belavkirina daxûyaniyekê, bi şêweya Online daxwaza piştevaniya cîhadî li dijî Rûsiya, Îran û rejîma Beşar Esed kirine.

Di vê daxûyaniyê de, mamostayên aynî yên Erebistanê destêwerdana Rûsiya di karûbarên Sûriye de, wekî dagîrkirina Efxanistanê ji aliyê Sovyeta berê ve dane zanîn, û di encamê de jî cîhada navneteweyî li dijî Sovyetê di Efxanistanê de pêk hat.

Li gorî rapora Reutersê, mamostayên ayînî yên Erebistana Si’ûdî ku ev daxûyaniya wajû kirine, tu pêwendiyeke wan bi Erebistanê re nîne.

Herwiha roja Duşemiyê 5’ê Çiriya Pêşîn girûpên opozisyonê yên Sûriyê di daxûyaniyekê de daxwaza pêkanîna Îtilafeke herêmî li dijî rejîma Îranê û Sûriya kirin.

Dewleta Rûsiyê roja Duşemiyê bi fermî armanca xwe li derbarê êrîşên esmanî yên xwe, ku berê li dijî girûpa dewleta Îslamî bi navê DAÎŞ’ê Îlan kirbû, guherandiye, û bi eşkere îlan dike ku piştevaniya artêşa rejîma Beşar Esed dike.