Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamineyî bas ji qedexeya gotûbêjan bi Amerîkayê re kir

21:28 - 8 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Elî Xamineyî rêberê rejîma Îranê, roja borî îlan kir ku gotûbêjkirina digel Amerîkayê qedexe ye, û gotûbêjkirin bi wateya “vekrina rê ji bo nifûza Amerîkayê di nav Îranê” de ye.

Serokê rejîma Îranê roja borî 7’ê Çireya Pêşîn a 2015’an di civînekê de digel fermandar û karmendên Spaha Pasdaran a rejîmê îlan kir: “Em ji gotûbêjkirina digel Amerîka razî nînin, û gotûbêjkirin bi wateya nifûza Amerîka di nav Îranê û sepandina xwe bi ser Îranê de ye.

Elî Xamineyî îşare bi “alîkarî û hevaletiya Amerîkayê digel Îsraîlê kir û got: “Gotûbêjkirin digel Amerîka de bi wateya verkirina rêya nifuzê di warê aborî, Kulturî, siyasî û ewlekariya welat de ye”.

Xamineyî piştî lihevhatina navikî ya Viyenê, bi dehan carî ji hewlên Amerîkayê bo nifûzkirina di nav karûbarên Îranê de hişdarî daye.

Axavtinên rêberê rejîma Îslamî di halekê de ye, ku Hesen Rûhanî serkomarê Îranê pêştir di gotûbêjekê de digel kanala nûçegihaniya “CNN” de gotibû ku, xelkê Îranê daxwaza bidawîanîna dijayetiya di navbera Îran û Amerîkayê de ne, û herwiha Refsencanî serokê Civata diyarîkirina berjewendiyên nizamê, sê roj berê îlan kiribû ku taboya gotûbêjan digel Amerîkayê şikestiye.

Axavtinên rêberê rejîma Îranê di halekê de ye, ku rewşa aboriya Îranê pir xirab e, û rojane hejmara bêkaran zêde dibe.

Herwiha li gorî raporan şandina petrola Îranê ji bo derve sê meh in ku ber bi kêmbûnê ve dice, û hevdem jî behaya zêr jî di bazara azad a Îranê de ber bi jor de diçe.