Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

DAÎŞ’ê gaza Xerdelê li dijî Kurdan bi kar tîne

21:39 - 8 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Herêma Kurdistana Îraqê, daye zanîn, girûpa terorîst a DAÎŞ’ê ji bo gefxwarin li hêzên pêşmerge di qadên şer de, gaza Xerdel bi kar tîne.

Wezareta Pêşmergên Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê îlan kiriye, ku encamdana têsta xwînê, ya pêşmergên Kurd, vê yekê nîşan dide, ku girûpa terorîstî ya Dewleta Îslamî ya bi navê DAÎŞ’ê, di dirêjahiya pevçûnênTîrmeha 2015’an de, alavên şer yên têkelav bi gaza Xerdel li dijî pêşmergan bi kar aniye.

Wezareta Pêşmerge roja Çarşemiyê 7’ê Çiriya Pêşîn a 2015’an, di daxûyaniyekê de ragehand, di test kirina xwîna 35 kesan ji pêşmergên birîndarbûyî di pevçûnên başûra rojava ya bajarê Hewlêrê de, nîşanên gaza Sulfur a Xerdelê li ser laşê wan derketiye.

Di vê debarê de “Hamis Dî Brîtun” yek ji karnasên Birîtanî derheqê çekên kîmyayî (komkojî) di meha Tebaxa borî de da zanîn, ku girûpa terorîstî ya DAÎŞ’ê, di vê demê de jî gaza Xerdel, ku 3000 carî ji gaza Kolorê dijwartir e, li dijî pêşmergan bi kar aniye.

Konseya ewlehiya Herêma Kurdistanê di meha Adara sala borî de jî ragehandibû, ku piştî lêkolînên hewce, li ser ax û kincên pêşmergên Kurd di teqîna Tirombêla bombebarkirî a DAÎŞ’ê, li ser riya bajarê Mûsilê derket ku gaza Kolorê di nav çekan de bi kar aniye.

Her di vî warî de berdevkê Wezareta Berevaniya Almanyayê ku hejmarek ji pêşmergên Kurd perewerde kiribûn, di meha Tebaxa Îsal de got: “Êrîş bi çekên Kîmyayî hatiye encamdan, û hejmarek ji hêzên pêşmerge di warê henasekêşanê de rastî pirsgirêkên nexwşiyê kirine”.

Girûpa terorîstî ya DAÎŞ’ê, heya niha çendîn caran di şerê digel hêzên pêşmerge û hevwelatiyên Kurd de çeka kîmyayî bi kar aniye ,û her di wan deman de jî ev girûpa terorîstî, hejmarek ji karnasên çekên kîmyayî yên xwe ji bo zêdekirina wan çekan ji bo bajarên “Reqa” “Sûriye” û “Mûsil” a Îraqê şandine.