Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yek ji avakerên Spaha Pasdaran di Kurdistanê de, li Sûriyê hate kuştin

20:37 - 10 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Yek ji fermanderên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, ku yek ji avakerê vê saziyê di Kurdistanê de bû, di bajarê Heleba Sûriyê de hate Kuştin.

Li gorî rapora ku gîhaye malpera Kurdistanmedia, şeva Pêncşemiyê 8’ê Çiriya Pêşîn, Husên Hemedanî duyemîn kesê ku di birêveberiya Spaha Pasdaran de biryader bû, di bajarê Heleb a Sûriyê de bi destên hêzên dijberî rejîma Beşar Esed hate kuştin.

Tê gotin ku navbirî, yek ji biryarderên payebilind yên Spaha Pasdaran bû, ku di salên borî de di şerê navxweyî yê Sûriyê de beşdar bû.

Hemdanî yek ji avakerên Spaha Pasadaran di Kurdistanê de bû, û yek ji wan fermanderan bû ku di tepeserkirina xelkê azadîxwaz yê Kurdistanê, û tepeserkirina dijberên rejîma Îranê de beşdarî kiriye.

Hemedanî di dehka 70’î de, birêvebirina “Leşkera 27 ya Mihemed Resûlilah”, li stûyê wî bûye, û ev hêza di sala 60’î de, tevlî hêzên Sipaha Pasdaranê bibû, û di bajarên Merîwan, Pawe û Hemedanê de hatibû avakirin.

Ew fermanderê rejîma Îranê, di avakirina “hêzên milîş ên besîc” di Sûriyê de, û di tepesekrina nerizayetiyên sala 2009’an de jî, roleke bi bandor hebû.

Hefteya borî du çavkaniyên Îtila’ata Lubnanê Îlankirin: “Rejîma Îranê sedaha leşker ji bo Sûriyê şandine”.

Rejîma Îranê bi palpiştiya Rûsiyê, wekî hevalbendê sereke yê rejîma Beşar Esed tê hesibandin, û bi alîkariyên madî û leşkerî digel Beşar Esed bûye sedema vê ku bi hezaran kesî li Sûriyê de bêne kuştin.