Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq bûyerên Kurdistana Başûr

21:24 - 10 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq wan alozî û pevçûnên ku di hinek herêmên Kurdistana Başûr de rû dane, daxuyaniyeke nivîskî weşand ku deqa vê daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Piştî meşên nerazîbûnê yên Silêmanî û Helebçeyê, roja 09.10.2015’an, meşa xelkê bajarê Qeladizê li Kurdistana Îraqê, ku bi armanca eşkerekirina nerazîbûna xwe, di hemberî rewşa nebaş ya aborî, û bêhêvîtiya xelkê ji encama civînên aliyên siyasî, ku ew civîn ji bo vedîtina çareseriyeke hejî, bo pirsa serokatiya herêmê hatibû organîzekirin, ji riya aram û aştîxwazane ya xwe de derket, û kêşa tundûtîjiyê, ku mixabin kuştî û birîndarbûna xelk û polîs û xisargehandin û şevitandina binke û baregehên hizbî û hikûmî jê çêbûn, û piştre çend bajar û cihên din ên Kurdistana Îraqê jî bi xwe ve girtin.

Ew bûyerên nexwastî, di rewşekê de rû didin, ku Kurd wekî hêzeke azadîxwaz û dijberî terorê di hemû cîhanê de hatiye naskirin, û di nawendên biryarê ên navneteweyî de, bi erênî dikeve ber bas, lewra Kurdên Başûra Kurdistanê dikarin bi pêrewîkirina siyaseteke rast û dirust û demokratîk, siberojeke geş ji xwe re ava bikin. Ji aliyekî din ve dijminên Kurd ku çavên wan di hemberî aramî û ewlehî û vegeşîna Kurdistanê de, hêza dîtinê nîne, karîne ku derbên emniyetî (ewlehî) û aborî li wan bixin, û wan berbirûyê şer û dorpêça aborî û nanbirînê bikin, û niha jî bi xatircemî ve hewl didin ku ji nerazîbûna rewa ya xelkê, û kêşeyên jiyana wan mifahên nebaş wergirin, û bi pêkanîna têkderiyê di nav hêzên siyasî yên Kurdistanê de, zêdetir derbê li ezmûna Kurdistana Îraqê bixin, û ji vê baweriya cîhanî, ku di hemberî Kurd de pêk hatiye, kêm bikin, û Kurdan çav ji destên hêzên herêmî ragirin. Mixabin ku rikeberiya nedemokratîk û paşvemayî, û siyaseta tolhildanê û giringînedana bi êş û azarên xelkê ji aliyê hêzên siyasî yên vê para Kurdistanê ve, rewşeke baş bo pilandarêtinên neyarên Kurdistanê pêk aniye.
Em dilgiraniya xwe ji wan alozî û kuştin û birîndarbûna hejmarek ji xelkê, û têkdana milk û malê giştî û hizbî, radigehînin. Tevî serxweşîkirina li malbatên kuştiyan û hêvîxwastin ji bo başbûna zûtir ya birîndaran, em daxwazê ji xelkê û hemû hêzên siyasî yên Kurdistana Başûr dikin ku aramî û mentiqa (lojîka) siyaseta neteweyî û xelkî biparêzin, û hewl bidin, ku hemû netebahî û kêşeyan û cudahiya boçûnan û siyasetan, ji riya diyalog û şêweya medenî û aştîxwazane ve çareser bikin, jiber ku di agirberbûnê de mala hemûyan dişevite.
Em wekî PDKÎ gellekî dilxweş bûn bi avakirina Herêma Kurdistana Başûr, û di pêxema serkevtin û parastina vê ezmûnê de jî, me gellek bedel dan, lewra çavnihêriya me ji xûşk û birayên me di Kurdistana Îraqê de, ew e ku bi parastin û vegeşandina vê deskevtê, dilê her Kurdekî welatparêz xweş bikin, jiber ku têkçûna vê rewşê û vê deskevtê, tovê bêhêvîtiyê, wê di nav dilê hemû Kurdan de diçîne, û her hemû jî wê kovandar bibin, û zirarê jê bibînin.
Ji bo vegerandina aramiyê bo Kurdistanê û çareseriya aştîxwazane, ji riya diyalogê ve, pêştir çi ji destên me hatibe, me encam daye, û niha jî bo gotinên xêrê, û daxwazkarî ji aliyên siyasî, bona hewlên aştîxwazane û medenî, di biyavê lihevkirin û çareseriya kêşeyan, em bi dilfirehî ve amade ne. Em hêvîxwaz in ku hêzên siyasî yên welatparêz ên Kurdistana Başûr jî di pêxema çêtirkirina jiyana xelkê, û çareseriya kêşeyan, û di pêxema berjewendiya giştî de, dev ji berjewendî û daxwaziyên xwe yên hizbî berdin, da ku rewşek pêk bê, ku hemû tê de serkevtî bin.

PDKÎ
Deftera Siyasî
18.07.18
10.10.2015