Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara goriyên teqînên Enqerê zêde dibin

21:51 - 10 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Di encama Teqînên di Enqereya Tirkiyê de, 86 kes hatine kuştin, û 186 kes jî birîndar in, ku li gora nûçeyan ew hejmar wê zêdetir jî bibe.

Li gora rapora ku gihaye malpera Kuredistanmedia: Wezîrên Navxwe û yê Tendirustiyê yên Tirkiyê piştînîvroya îro (10.10.2015)’an di daxuyaniyekê de ragehandin ku hejmara kuştiyan gihaye 86 kesan.

Ew du teqîn ku li pey hev û di dema rêpêvîna “aştî ji bo demokrasiyê” rû da, li gora gotina Wezîrê Tendirustiyê 62 kes di cihê teqînê de kuştin, û 24 kes jî di nexweşxaneyan de canê xwe ji dest dan. Ew rêpêvîn ji bo nerizayetî eşkerekirina di hemberî şer û pevçûnên di navbera dewleta Tirkiyê û Kurdan de pêk hatibû.

HDP ku yek ji amadekarên vê rêpêvînê bû, di twîtera xwe de nivîsand ku: “Hejmareke zaf hatine kuştin û birîndar bûne, û polîs êrîşî ser wan kesan kir, ku birîndar vediguhastin”.

Serkomarê Tirkiyê jî encamderên wê teqînê şermezar kirin, û soz da ku derheq wan teqînan lêkolînên hewce encam bide.

Demîrtaş jî îslamxwazên muhafizekar, ku di Tirkiyê de deshilatdar in, wekî berpirsyar di hemberî wan teqînan de da nasandin.

Heya niha tu alî û girûpekê berpirsayetiya wan teqînan negirtiye stûyê xwe.