Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cihgirê serokomarê Rûsiyayê digel Salih Muslim li Fransayê hevdîtîn pêk anî

14:07 - 11 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Cihgirê serokomarê Rûsiyayê digel Salih Muslêm li Fransayê hevdîtin pêk anî, û li ser pirsa “şer li dijî DAÎŞ’ê” gotûbêj kirin.

Wezareta Derve ya Rûsiyayê da zanîn ku roja Pêncşemiyê 8’ê Çirêriya Pêşîn a 2015’an, “ Mîxaîl Bûgdanof” şandiyê taybet ê serokomarê vî welatî ji bo kar û barê Rojhilata Navîn û welatên Afrîqayê, digel Salih Muslim serokê Paritya Yektiya Demokratîk a Kurdên Sûriyê, (PYD-S) li Parîsê hevdîtin pêk anî.

Di vê hevdîtinê de axvtina serekî ya wan li ser şerê di hemberî DAÎŞ’ê de bû.

Berê jî “Sîpan Hemo” fermanderê giştî yê “Yekîtiya Parastina Gel” çiqa leşkerî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên Sûriyê, dawxaza çek û teqemeniyan ji Rûsiya kiribû.

Herwiha “Îdrîs Nasan” berpirsê derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên Sûriyê, di Kobanê de ragehandibû ku, “em amade ne digel her kesekî ku li dijî girûpa DAÎŞ’ê şer dike, hevkariyê bikin û em niha ji Amerîka û hêzên pêşmerge alîkariyê werdigrin.

Cihê base ye ku destêwerdana Rûsiya di Sûriya de, nerazîbûna çend welatan li pey xwe hebûye, û wan welatan daxwaz ji Rûsiya kirine ku dev ji bombebarana Sûriyê berde.

Rûsiya bi armanca şer li dijî DAÎŞ’ê, destêwerdana leşkerî di Sûriyê de dest pê kir. Zêdetir êrîşên esmanî yên balafrên şerî yên Rûsiya li ser opozîsyona Sûriya bû ku, ji aliyê welatên Rojavayî ve dihate piştevanîkirin.
berdevkê Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê roja Çarşemiyê ragehand: “Tenê ji sedî 5 ji êrîşên Rûsiya li dijî girûpa terorîstî a DAÎŞ’ê bûye.

Herwiha Amerîkayê ragehandiye ku em di cihê perwerdeya leşkerî ya dijberên Beşar Esed, em çek û teqemeniyan ji bo wan dişînin.