Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zekiye Sidqî:

14:30 - 11 Çirriya pêşîn 2015

H: Jîla Muste’icir

“Vegeriyan û yekgirtina hevalên me yên berê hewcehiyek dîrokî ye û gerek hemû jê re tekoşînê bikin”.
Kêm kes li Kurdistana Rojhilat heye ku nav û dengê “Radyo Dengê Kurdistana Îranê” nebihîstibe û, hem jî hekî temenê wê/wî rê bide, gudarî dengê wê yê zelal û bi bandor nekiribe. Ev radyoya ku bûye sedemeke serekî da ku nifşek ji keç û xortên Rojhilata Kurdistanê bikevin bin bandora bizava netewî-demokratîk a netewa xwe bi rêberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê.

Zekiye Sidqî yek ji wan keçên rojhilata Kurdistanê ye ku serbarê vê ku temenê wê sê salan ji temenê RDKÎ mezintir e, lê xincî dayîk û bavên wê, RDKÎ ye ku di zarokatiyê de jê rê bûye deriyek vekirî li hember cîhana pir ji ewraz û nişîva siyaset û mafên netewî.

Zekiye Sidqî keça Îbrahîm, sala 1977’an (1356) li gundê “Singan” a ser bi bajarê Şinoyê, li malbateke welatparêz û demokratperwer û şoreşvan de hatiye dinê.

Zekiye Sidqî nasiyariya xwe tevî PDKÎ û çawaniya tevlîbûn û jiyana xwe ya hevpar a di nava Hizba Demokrat de, weha tîne ziman: “Min di zarokatiya xwe de navê pêşmerge û RDKÎ’ê ji dayîk û babê xwe dibihîst.

Malbata min bi dirêjahiya temenê xwe di xizmeta pêşmerge de bûne û xizmet kirina bi pêşmerge li bal malbata min weke xizmeta bi nîştiman û şanazî dihat hesibandin. Hertim pêşmerge di mala me de bûn, her eva jî bûye sedem ku nêrînekî taybet li hember pêşmerge li bal min çêbibe û, min hez kir ku tevlî pêşmerge bibim.

Lewra di sala 1995’an de (1374) min jiyana hevpar tevî Îsma’îl Ercumendî yê pêşmergê PDKÎ ava kir û berhema jiyana me jî sê zarok in bi navên Aso, Aram û Arman”.

Zekiye Sidqî weke hevjîna pêşmergeyekî PDKÎ çavnihêriya xwe jî hevjînê xwe û partiya xwe weha tîne ziman: “Serbarê vê ku daxwaz û çavnihêriya min ya hertimî ji Partiya Demokrat ev e ku girîngiyeke zêdetir bide rola jinan, lê di rewşa niha de çavnihêriya min ya serekî ji partiya min tenê ev e ku, tevî hevalên me yên berê ku ji refên partiyê veqetiya ne, cardin hevdû bigirin. Vegeriyan û yekgirtina hevalên me yên berê hewcehiyek dîrokî ye û gerek hemû jê re tekoşînê bikin. Herweha çavnihêriya min ji hevjînê min jî ev e ku li ser xebatê berdewam be, û tu çavnihêriyek madî min jê nine”.

Zekiye Sidqî bi kurtî rojên herî xweş ên jiyana xwe ya siyasî weha tîne ziman: “Di vê jiyana siyasî û tevî xebata ku niha ez tê de me, û min bi xwe hilbijartiye, hemû dem û rojên wê weke bîreweriyên xweş bal min tên hesibandin”.

Zekiye herweha di hember de jî, rojên herî nexweş ên jiyana xwe weha tîne ziman: “Diyar e ku jiyana pêşmergatiyê pirr e ji zehmetî û min herdem şanazî bi wan zehmetiyan ve kiriye, jiber ku di pêxema armanceke mezin de, ku gehiştina bi mafên netewî ye, ew zehmetî hatine kişandin, lê roja herî nexweş ku tê bîra min, roja veqetiyana hevalên me yên berê ye ji refên PDKÎ.”

Zekiye Sidqî di dawiyê de rû li keç û jin û xûşkên Kurdistana Rojhilat dike, û bi vê peyamê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Piştî çend sal ezmûna siyasî di nava refên PDKÎ de, peyama min bo keç û jin û dayîkên Kurdistanê ev e ku, heya dikarin dersê bixwînin, bona vê ku di pêşerojê de bikarin çi weke keçek xwendewar, yan dayîkek zana û xwendewar, bikarin civakeke baş û xwedî taybetmendiyên îroyîn ava bikin, û zarok bi başî bêne perwerdekirin”.