Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeymaniyeke nû di hemberî Amerîkayê de

15:09 - 11 Çirriya pêşîn 2015

Şehab Xalidî

Serbarê wan serkevtinên ku hêzên dijberî rejîma Beşar Esed bidest xistine, û bazineya deshilata Beşar Esed roj bi rojê tengtir dibe, lê di heman demê de, ew hêz bi gellek astengiyan re jî berbirû ne, ku yek ji wan astengiyan hebûna girûpa terorîstî ya DAÎŞ’ê ye, ku ew hêza tundrew li dijî deshilata Beşar Esed jî şer dike.

Wê girûpa terorîstî, rejîma Sûriyê û piştevanên wê, wate Rûsiye û Îran ew qas nîgeran kirine, ku neçar bûne hevalbendiyeke nû li dijî DAÎŞ’ê, di hemberî hevalbendiya Amerîkayê de pêk bînin, ku di çarçoveya vê hevalbendiyê de, Rûsiyê dest bi êrîşa esmanî bo ser DAÎŞ’ê kiriye.

Lê xala balkêş ew e ku dema Rûsiyê êrîşa yekemîn ya xwe li dijî DAÎŞ’ê li herêmên Hema û Humsê pêk anîn, Amerîkayê ragehand ku balafirên Rûsiyê li DAÎŞ’ê nedane, jiber ku Hema û Hums di destên DAÎŞ’ê de nînin, û hêzên dijberî rejîma Sûriyê jî ragehandin, ku balafirên şerî yên Rûsiyê li dijberên Sûriyê dane. Dijbereya Sûriyê heya dîmenên wê yekê jî belav kirin. Rayedarekî Amerîkî jî ragehand ku yek ji hêzên ku ber êrîşa balafirên Rûsiyê ketiye, ew hêz bû ku ji aliyê CIA ve hatibû perwerdekirin.

Lewra niha opozisyona Sûrî vê helwesta Rûsiyê û êrîşa esmanî ya li ser DAÎŞ’ê baş nabîne, û ragehandiye ku DAÎŞ tenê hêcetek e û bes, û di rastî de Rûsiye renge di pêşerojê de hêzên xwe yên leşkerî jî bîne nav qadên şer de, ku armanca wê û hevalbendên wê, tenê û tenê parastina deshilata Beşar Esed e, û ew yek li dijî şoreşa xelkê nerazî yê Sûriyê ye.

Em dikarin bêjin ku niha Rûsiye serbarê vê ku şerê berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî di herêmê de dike, di heman demê de, Rûsiye bona vê ku berjewendiyên wê yên aborî ku digel Îranê bi qasî 30 milyard dolarî hene têk neçe, nikare Îranê di Sûriyê de bi tenê bihêle, û berdewam dibêjin ku bi bê Beşar Esed çareserî di Sûriyê de tunabe.

Aliyê din jî Amerîka û hevpeymanên wê ne, ku ew jî li ser vê baweriyê ne ku bila kirîza Sûriyê bi riya aştiyane were çareserkirin, û li qonaxa veguhêzê de Beşar Esed bimîne, lê ew berevajiyê Rûsiyê dibêjin ku piştî qonaxa veguhêz, cihê Beşar Esed di pêşeroja Sûriyeya sekolar de nabe hebe.

Lewra serbarê vê ku herdu alî bas ji Sûriyeyeke sekolar û demokratîk û yekparçe dikin, û herwisa dixwazin DAÎŞ’ê ji nav bibin, lê li ser mana Beşar Esed kêşeyeke micid hene, ku çareseriya vê nakokiyê di kurtheyam de gellekî zehmet tê dîtin.

Di rastî de, hekî di destpêkê de Amerîkayê û hevalbendên xwe bilez piştgiriya xelkê nerazî kiribana, û pêşiya cînayetên Esed bigirtibana, renge niha, ne ew hemû hêz û girûpên tundrew ên Îslamî karîbana bihêz bin, û ne jî wê demê Rûsiye û Îranê wê bikarîbana bi vî awayî digel Îraq û Sûriyê hevalbendiyekê di hemberî hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê de pêk bînin.

Niha ku ew hevpeymaniya nû pêk hatiye, pirs ew e ku gelo Amerîka û Rûsiye çawa li ser parastina berjewendiyên xwe di Sûriyê de, wê li hev bikin?

Herçend bersiva vê pirsê zehmet e jî, lê dema ku em bîr ji li ser kar vêdebirina Mîlîsovîç û hiloşandin deshilata Qezafî û Sedam Husên ji aliyê Amerîkayê ve dikin, ku Rûsiyê pêwendiyeke baş bi wan sê rêberan re hebû, (herçend ku berjewendiyên Rûsiyê bi Sûriyê re, cudahî hene digel berjewendiyên ku wê demê di Îraq û Lîbî û Yugislaviyê de hebûn) mirov dikare bigihîje vê encamê ku di dawiyê de, Rûsiye di pêxema berjewendiyên xwe, wê pişta hevalbendên xwe vala bike, û eva Amerîka ye ku wê bikare li ser çarenivîsa Beşar Esed biryarekê bide, û vê biryarê piraktîze bike.