Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ digel Pêwendiyên Derve a Partiya Kedkar a Norvêjê hevdîtin pêk anî

15:57 - 11 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Ezîm Elyasî berpirsê Pêwendiyên Derve ên PDKÎ di welatê Norvêjê digel xatû Sîliye Rîgland di beşa pêwendiyên derve hevdîtin pêk anî, û di vê hevdîtinê de bas ji dawî guherînkariyên herêmê û bi taybetî pirsên pêwendîdar bi Kurdistanê ve hate kirin.

Birêz Elyasî div ê hevdîtinê de bas ji şandina hêzên PDKÎ bo aliyê sînor, û herwisa bas ji tevger û çalakiyên hêzên PDKÎ di nav xaka Rojhilata Kurdistanê û armancên vê çalakiya hêzên PDKÎ û aliyên din kir.

Nûnerê PDKÎ di welatê Norvêjê de bas ji destpêkirina êrîşên esmanî ên Rûsiyê û egera şandina hêza leşkerî bo nav Sûriyê, ji aliyê wî welatî ve kir, û herdu aliyan bas ji nmetirsîdartirbûna rewşê, û herwisa nezelaliya encama vî şerî kir. Her di vê derheqê de bas ji egera şandina hêza zêdetir ya rejîma Îranê bona alîkarîkirina digel rejîma Beşar Esed hate kirin ku dikare agirê şerê di herêmê de geştir bike.

Herwisa Elyasî div ê hevdîtinê de bas ji xwesteka neteweyên Îranê jib o avakirina sîstemeke federalî di Îranê d ekir, û div ê derheqê de bas ji Kongireya Neteweyên Îrana Federal kir. Di dawiyê de jî herdu aliyan bas ji berdewamiya pêwendiyan kirin.