Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

RMMK: Ji kerb û kîna dijî aşîtî û demokrasiyê nahê bihorîn

20:58 - 12 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Rêxistina berevanî ji mafê mirov a Kurdistanê di daxûyaniyekê de, teqînên Enqereya serbajarê Turkiyê pirotesto kir.

Li gorî rapora gehiştî Kurdistanmedia yê, RMMK’ê teqînên Enqerê weke kiryarên terorîstî, bêrehmiyeke dijminkarane û cînayeteke qirêj û dije mirovî da zanîn ku nahê lêbihorîn.

Deqa daxûyaniyê bi vî awayî ye:

Debîrxaneya rêxistina mafê mirov a Kurdistanê, bombekirin û teqînên tirsnak li Enqereya serbajarê Turkiyê ku bûye sedema kuştina bi dehan kes ji xelkê kombûyî ên alîgirên aşîtî û demokrasiyê di vî welatê de, weke kiryareke terorîstî û bêrehmiyeke dijminkarane û cînayeteke qirêj û dijî mirovahiyê dide zanîn ku nahê lêbihorîn.
RMMK’ê herweha canjidestdana bi dehan kes ji xelkê alîgirê kempêyna aşîtî bo demokrasiyê, ku li gorî amarên herî daviyê pitir ji 100 kesî hatiye ragehandin û, tê gotin ku liser daxwaza Partiya Demokratîk a Gelan û Konfederasiyon û yekitiyên kedkarî û sinfî ,û bona daxwaz ji dewleta Turkiyê bona sekinandina şer û tund û tûjiyan di Kurdistana vî welatî de, li hevdu kom bibûn, sersaxiyê dibêje xelkê Turkiyê, xelkê Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Gelan û konfederasiyon û yekitiyên nêzîk ji vê partiyê û, herweha ji malbat û kesûkar û dost û hevhizrên kuştî û birîndarên vê bûyera terorîstî re, hêviya sebûrî û aramiyê dike.

Tehran
19.07.1394
11.10.2015
Sikirtariyeta rêxistina berevanî ji mafê mirov a Kurdistanê