Kurdistanmedia: Ligorî nûçeya gehiştî Kurdistanmedia yê, rja Şemî berwarê 18’ê Rezbera sala 1394’an, berpirsên peywendiyên Kurdistanî ên YNÊ li derveyî welat ku pêkhatibûn ji birêz “Şêx Şemal û Simko Reşîd”, serdana komîteya PDKÎ li bajarê “Lîwardin” a welatê Holendayê kirin û ji aliyê hey’eta komîteya Partiya Demokrat bi serperestiya “Hesen Mecîdî”, berpirsê giştî yê komîteya hizbê û peywendiyên Kurdistanî ve, hatin pêşwazîkirin.
Di civîna şanda Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê û komîteya Hizba Demokrat ya Kurdistana Îranê li welatê Holendayê de, rewşa niha ya Rojhilata Navîn bi giştî û Kurdistan bi xasmanî ket ber bas û, bandorên pozitîv û nêgetîv ên wê rewşê liser gelê Kurd, hat nîqaşkiein.
Di parek din a civînê de, bas ji hejmarek mijaran hat kirin ku girêdayî bi peywendiyên her du aliyan ve hebû û, bi giştî tekez li ser dostaniya herdu aliyan hat kirin û soza bihêzkirina peywendiyên di navbera xwe de dan.
Di dawiyê de herdu aliyan nîgeraniya xwe li hember rewşa niha ya Herêma Kurdistanê nîşan dan û hêvî xwestin ku, di dema herî zû de rewş cardin aram bibe.