Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkevtina du ciwanên Kurdistana Rojhelat li welatê Norwêjê

21:40 - 12 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: “Enwer Pûya” û “Kawe Ebdalî” xelkê kurdistana Rojhelat, di hilbijartinên welatê Norwêjê de serketin bidesdt anîn.

Li gor nûçeya ku gihîştiye malpera kurdistanmedia, du ciwanên kurd ên Kurdistana Rojhelat, bi navên “Enwer Pûya” û “Kawe Ebalî” ku di hilbijartinên parêzgeh û bajêrvaniya welatê Norwêjê de beşdarî kiribûn, karîn dengê baweriyê werbigirin.

Nûçegehanê malpera kurdistanmedia di vî warî de ragehand: “Enwer Pûya” di wê hilbijartinê de bo encûmena parêzgeha “Ostfold” ku pêk hatiye ji bajêrên Firîdrîkistad, sapirisborg, Haldin, Mos, rdge û rode aşîm, mîsn û çend bajarên din, û herwisa “Kawe Ebdalî” bo encûmena bajêrvaniya “Sîşmokoşe” ku pêk hatiye ji bajarên Lîlestrom, stromên, şeten” û bajarên din, karîne berpirsyariyeke bilind di hilbijartinên wî welatî de bi dest ve bînin.

Herwisa di vê derheqê de Makiwan Xoşhêykel di hilbijartinên bajêrvaniya welatê Norwêjê de beşdarî kiribû, berpirsyariya bajarê Kirîstyensandî di Norwêjê de girte stûyê xwe.