Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsê malpera Rivange hate binçavkirin

19:28 - 13 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Berpirsê malpera “Rivange” a bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîma Îranê ve hate binçavkirin.

Li gorî rapora malpera Kurdistanmedia yê, çend roj berî niha “Hesen Şêxqayî” rojnamevan û berpirsê malpera Rivange, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê li bajarê Mihabadê hate binçavkirin.

Tê gotin, ev çalakvanê sivîl ji aliyê hêzên Îdareya Îtila’ata rejîmê li cihê karê xwe hatiye binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.

Çavkaniyên peywendîdar di vê derbarê ragehandin ku, biriyara binçavkirina Hesen Şêxaqayî ji aliyê “Elî mîhr” dadverê taya yekem a dozgeriya giştî ya Înqilab(Şoreş) a rejîmê li bajarê Mihabadê hatbû dayîn.

Herwiha “Yûnis Qurbanîfer” endamê desteya nivîskarên Rivange di mala xwe de hatibû binçavkirin û piştî demjimêrekî serbest hatbû berdan.

Piştî binçavkirina berpirsê malpera Rivange, desteya nivîsînerên Revange di Facebooka vê malperê de ragehand in ku, li roja Çarşemî 7’ê Çiriya Pêşîn a 2015’an, birêvebirina malpera Rivange di dest berpirsên wê malperê de nemaye û tu pêragihîştinek ji aliyê wan ve bona kontrola malperê ne bûye.

piştî çendîn caran serdan û bidûreçûyîna malbata Şêx Aqayî, serencam malbata navbirî ragehandin ku, egera vê yekê heye ku kurê wan bo Îtila’ata bajarê Urmiyê hatbe şandin.

Heya belavbûna vê nûçeiyê tu zaniyariyek derheq bi hokara binçavkirin û herweha cihê ragirtina Hesen Şêxaqayî di dest de nine.