Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Potîn: Armanca me di destêverdan li Sûriyê de, tesbîtkirina rejîma Beşar Esed e

20:59 - 13 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Serkomarê Rûsiyê ragehand ku armanca me ji çalakiyên leşkerî ên li Sûriyê, tesbîtkirin û Sepandina rejîma Beşar Esed e.

Li gorî rapora malpera Kurdistanmedia yê, Vêladimîr Potîn ê serkomarê Rûsiyê di gotûbêjekî televîzyonî de ragehandiye ku, Mosko dixwaze rewşeê bona aşîtî û lihevhatina siyasî di Sûriyê de pêk bîne.

Serkomarê Rûsiyê herweha tekez kir ku armanca Rûsiyê berdewamiya rejîma Beşar Esed e û, herweha wê welatên din jî bo vê meremê han bide.

Heyamek berî niha jî “NY” bi serokatiya Amerîkayê, bo berbirûbûn tevî çekdarên DAÎŞ’ê ragehandibû ku, bi Rûsiyayê re alîkariyan nakin.

Herwiha welatên Berîtaniya û Turkiyê jî, piştevaniya Rûsiyê li rejîma Beşar Esed bi şaşîtî dan zanîn.

Piştî destêverdana Rûsiyê di hindur Sûriyê de, roja Duşemî 5’ê Çiriya Pêşîn, aliyên opozisiyona Sûriyê di daxûyaniyekê de, daxwaza pêkanîna eniyeke herêmî li dijî Îran û Rûriy kirin.

Welatê Rûsiyê di despêkê de ragehandibû ku armanca êrîşên wê yên esmanî , DAÎŞ e, lê niha biriyara xwe guhertiye û bi aşkere piştevaniyê ji rejîma Beşar Esed dike.