Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştina du endamên Spaha Pasdaran li pevçûnên Sûriyê de

14:55 - 15 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Du endamên payebilind yên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê li Sûriyê hatin kuştin.

Li gorî rapora ku gihaye malpera Kurdistanmedia, serdar Ferşad Husênîzade û Hecî Hemîd Muxtarbend, naskirî bi “Ebuzehra” ji fermanderên Spahê ne, ku di pevçûnên digel hêzên opozisyûna Sûriyê de hatine kuştin.

Tê gotin, ev du endamên Spaha Pasdaran roja Duşemiyê 19’ê Çiriya Pêşîn li Sûriyê hatine kuştin.

Heya vê demê tu çavkaniyên nûçegihanên rejîmê cihê kuştina van endamên Spahê îlan nekirine.

Hinek çavkaniyên nûçeyî dibêjin: Fermandariya Spaha Pasdaran li Sûriyê hilveşaye. Lewra fermanderiya Spahê li Sûriyê, hitbara xwe di nav hêzên leşkerî de ji dest daye.

Her di vê derbarê de, êvara roja Pêncşemiyê 8’ê Çiriya Pêşîn jî serdar sertîp Husên Hemedanî, fermanderê giştî yê Spaha Pasdaran, fermanderê berê yê Spaha Mihemed Resûlilah a Tehranê, û cihgirê Baregeha Îmam Husên a Spahê li bajarê heleba Sûriy de hate kuştin.

Ji destpêka kirîza Sûriyê ji sala 2011’an ve heya niha, zêdetir ji 60 kes ji endamên payebilind yên Spaha Pasdaran di wan pevçûnan de hatine kuştin, û li gorî çavkaniyên fermî yên leşkerî, ew li Îranê bi axê hatine sipartin, eva di halekî de ye ku heya sala borî jî rejîma Îranê hebûna hêzên xwe li şerê hundirî yê Sûriyê de red dikir.