Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapora karî ya kongireya pêncemîn ya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê

12:26 - 18 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: kongireya pêncemîn ya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê piştî du rojan karê berdewam bi serkevtin ve dawî bi karên xwe anî.

Li gora rapora nûçegihanê malpera Kurdistanmedia, ew kongire roja Pêncşemiyê 23.07.1394 (15.10.2015)’an di rêûresmekê de di binkeya Deftera Siyasî ya PDKÎ li bajarê Koyê, bi amadebûna endamên Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê û nûnerên hilbijartî ên kongireyê, û herwisan rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ û endamên rêberî, û bi ragirtina deqeyekê bêdengî bo rêzgirtinaji riha pak ya şehîdan dest pê kir.

Piştînîvroya roja Pêncşemiyê 23.07.1394’an demjimêr 2:30 deqeyan, kongireya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê bi awayekî fermî dest bi karên xwe kir.

Di civîna yekem de, rapora komîteya amadekar ya kongireyê ji aliyê Ejîn Behramî berpirsê komîteya amadekar ya kongirê ve hate xwendin, ku piştre nirxandin û têdîtinên endamên kongirê bi dengê giştî hate pesend kirin.

Piştre rewayî jib o kongireya pêncem û nav û diruşm û hêmaya kongirê hate wergirtin.

Piştre rapora siyasî ya birêvebiriya giştî ya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê, hilbijartiyê kongireya 4 hate pêşkêşkirin.

Endamên kongireya pêncem ya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê di vê civînê de, têbîniyên xwe li ser rapora siyasî ya amadekiriya birêvebiriya pêşîn ya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê eşkere kir, û rûniştina duyemîn jî pirnaweroktir kirin.

Êwariya roja pêncşemiyê û di doma pêvajoya karê kongireya Rasan de, demjimêr 2’ê êvarî, rûniştina sêyem di doma rûniştina duyem de, û bi pêşkêşkirin û wergirtina têbîniyên endamên kongirê li ser rapora siyasî dom kir, û piştre xistin ber dengdanê û pejirandin.

Rûniştina dawiyê ya roja yekem ya kongireya pêncem ya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê demjimêr 7:30 şevê dest pê kir.

Ew rûniştin ji bo pêşkêşkirina rapora kar û çalakiya birêveberiya hilbijartî ya kongireya 4’ê ya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê hatibû danîn.

Di doma kar û çalakiyên kongireya pêncem ya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê, roja Înê wate roja duyem û dawiya kongirê, roja 25’ê Rezberê bi awayekî fermî karên xwe dest pê kirin, û wê rojê jî bi dawî hat.

Di rûniştina pêncem û şeşem ya kongireya pêncem de, rapora kar û çalakiyên xwendekaran li komîteyên derveyî welat (Ewropa û Amerîka) hate pêşkêşkirin.

Di dome de, bi hûrî bas li ser kar û çalakiyên komîteyên derveyî welat hate kirin, û piştre ji aliyê kongireyê ve deng jê re hate wergirtin.

Rûniştina heftem û Heştem û nehem

Rûniştina heft heya nehê, ya kongireya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê, kongireya Rasan bo pêdeçûna bi ser bername û pêrewa navxwe ya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê hatibû danîn, ku tê de bername û pêrewa navxwe hate pejirandin.

rûniştina dehem

div ê rûniştinê de heft kes wekî endamên birêveberiya eslî û 5 kes jî wekî endamên cihgirê birêveberiyê hatin hilbijartin, û di dawiya rûniştina desteya birêveberiyê de, birêz Karwan Şerefî wekî sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê hate hilbijartin.

ew kongire piştî du rojan karê berdewam bi serkevtin ve dawî bin karên xwe anî.