Kurdistanmedia: Heyeteke Partiya Demokrat a Kurdistanê, li ser banga fermî ya çiqa bajarê Bîrnabî a Partiya Lîberal a Kanadayê, li civîna taybet bi pirsa penaberan de beşdarî kir.
Li gorî nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja Çarşemiyê 14’ê Çiriya Pêşîn a 2015’an, li ser daxwaza fermî ya çiqa bajarê Bîrnabî ya Partiya Lîbiral a Kanadayê, nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, hevdem digel şanda komîteya rojavaya Kanadayê a Partiya Demokrat, li panêla taybet bi partiya Lîbiral a taybet bi pirsa koça penaberan û şirovekirina pirogramên vê Partiyê li derbarê vê pirsê beşdarî kir.
Di vê civînê de, hejmareke berçav ji endamên berê yên Parlementoyê, karbidestên Îdareya koçberan,nûnerê nahikûmî, û parêzerên penaberan beşdar bûn, û tevî şirovekirina qanûna nû ya Kanadayê ji bo penaberan, bersiva pirsên beşdarbûyan da.
Di berdewamiya vê panêlê de, Îsma’îl Îbrahîmî” nûnerê Partiya Demokrat li Kanadayê axivî, û tevî rohnkirina pirsa Kurd bi giştî aloziya niha ya Kurdistanê li Rojhilat û Bakûr û şerê terorîstan li Başûr û Rojava , daxwaz kir ku pirsa penaberên Kurd bixîne rewşa taybetî de, û hêsankariyan ji bo wergirtina Kurdan li welatê Kanadayê bike.