Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdeke rêya rizgariya Kurdistanê koça daviyê kir

15:11 - 21 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: “Amîne Rostemî” dayîka şehîd “Kerîm Aramiş” naskirî bi Kerîm Elîferamerz, roja Çarşemî 22’ê Rezber a sala 1394’an,li bajarê Bokanê Koça daviyê kir û di nava aporaya xelkê de, li bajarê Bokanê bi axê hate sipartin.

Şehîd Kerîm Aramiş sala 1335’an a Rojî, li gundê “Eskerava” ya ser bi bajarê Bokanê hatiye dinê. Navbirî fermanderê lik a hêza pêşmerge bû û berwarê 3’ê Xezelwer a sala 1360’an û di şer û pevçûnek qehremananeda tevî hêzên dagîrker ên Komara Islamî de, li gundê “Husên Mame” hate şehîdkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di vê derheqê de sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên Daye Amînê û xwe di xema jidestdana wê de bi pişikdar dizane.