Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma bidawîhatina kongireya pêncem a Yekitiya Xwendekaran birêve çû

15:18 - 21 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Kongireya pêncem a Yekitiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê lijêr navê “Rasan” û bi silogana “Ezmûna derbazbûyî, hêvêna serkevtina pêşerojê” biserketin ve davî bi karên xwe anî, lewra şeva Sê şemî berwarê 28’ê Rezbera sala 1394’an, rêûresma bidavîhatina vê kongirê hate lidarxistin.

Rêûresma han bi beşdariya endamên Yekitiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê û herweha birêveberiya hilbijartî a kongireya pêncem û endam û pêşmergên PDKÎ li binkeya sereke ya Partiya Demokrat li bajarê Koyê birêve çû.

Rêûresmê bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtina demek bdengî bona rêzgirtin ji canê paqij a şehîdên Kurdistanê dest bi karê xwe kir û, piştre Selam Îsma’îlpor endamê rêweberî a Yekitiya Xwendekaran, rapora bidavîhatina kongirê pêşkêşî beşdaran kir.

Pişre “Xulam Fatêhî” bi alîkariya kora muzîk a PDKÎ sitranek pêşkêş kir û bidû re, peyama desteya birêveberî a hilbijartiyê kongireya pêncem, ji aliyê birêz Karwan Şerefî sekreterê nû ve hate xwendin.
Piştî sitranek din ji Xulam Fatêhî, sekreterê nû Karwan Şerefî, lewhên rêzgirtinê pêşkêşî her yek ji “Behmen Kerîmî, Xalib Hebîbî, Şemal Terxîbî û Ejîn Behramî” endamên rêveberiya hilbijartî a kongireya çarem kir.

Di beşa din a rêûresmê de, ji aliyê Yekitiya Xwendekaran ve, sipas û pêzanîna hemû wan kadr û pêşmergên PDKÎ hate kirin ku di girêdan û birêveçûna kongireya pêncem de hevkar û alîkarên Yekitiya Xwendekaran bûn û lewhên wan jî, ji aliyê Cemal Fethî endamê birêveberî ve hatin pêşkêşkirin.

Di dawiyê de beşdarên rêûresmê pirozbahiya heyeta birêveberiya nû kirin û hêviya serkevtinê ji wan re kirin û bi govend û dîlanê, rêûresm bidavî hat.