Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

îskurtê berê yê Mehmûd Ehmedînijad hate kuştin

19:41 - 24 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Kuştina endamên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, ku di girûpên cur bi cur de li Sûriyê tên kuştin dom heye, û yek ji wan îskortê berê yê Ehmedînijad bûye, ku hatiye kuştin.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Înê 23’ê Çiriya Pêşîn a 2015’an, Remezan Şerîf berpirsê pêwendiyên giştî yên Spaha Pasdaran a rejîmê, di gotûbêjekê de digel nûçegihanên rejîma Îslamî îlan kiriye, ku du endamên vê saziya leşkerî ya dagîrker bi navên “Ebdullah Baqirî niyarekî” û “ Emîn Kerîmî” li Sûriyê hatine kuştin

Ev du endamên Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî ya Îranê ku hatine kuştin, ser bi “Spaha Ensar” bûne.

Herwiha nûçegihaniya Fars ji nûçegihanên fermî yên rejîma Îranê jî bas ji kuştina “Riza Xawerî” yek ji fermanderên tîpa “Mizdûranê Fatimiyon” kiriye, ku di encama êrîşan de hatiye kuştin.
Ebdulah Baqirî Niyarekî ji îskurtên berê yên Mehmûd Ehmedînijad serkomarê berê yê rejîma Îranê bû ku roja borî li Sûriyê hatiye kuştin.
Îskurtên serkoamrên rejîma Îranê ji endamên taybet yên Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê ne, ku erka parastina rêveberên sê organên dewletê û birêveberên payebilind li stûyê wan e.

Di rojên borî de nûçeya kuştina hêzên leşkerî yên Îranê li Sûriyê zêde bûye.

Rejîma Îranê ku hêzên leşkerî, û kirêgirtiyên biyanî yên girêdayî bi xwe li Sûriyê de, wekî “parêzerên Herem”dihesibîne, Îlan kiriye ku Spaha pasdaran a rejîmê tenê wekî şêvirmendên leşkerî li Sûriyê ne.