Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke PDKÎ serdana Yekgirtûya Îslamî a Kurdistanê kir

15:01 - 25 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Di serdana Heyeteke PDKÎ bo Yekgirtûya Îslamî, heyeta Partiya Demokrat, hevxemiya xwe derbarê rewşa nebaş ya niha a Herêma Kurdistanê nîşan da, û hevdem amadeyiya xwe ji bo her hewlekê bi armanca ji hevdu fêmkirin, û bihêzkirina yekrêziya neteweyî ji bo derbazbûn li vê tengasiyê, dubare kir.

Li gorî rapora ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, roja Pêncşemiyê 22’ê Çiriya Pêşîn a 2015’an, heyeteke Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi serperestiya “Hesen Şerefî” cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Demokrat, serdana Mekteba Siyasî ya Yekgirtûya Îslamî li bajarê Hewlêrê kir, û ji aliyê heyeteke serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamî bi serperstiya “Semîr Selîm” cîgirê emîndarê giştî yê vê partiyê ve hate pêşwazîkirin.

Di vê serdanê de, cîgirê sekreterê giştî yê PDKÎ, hevxemiya Partiya Demokrat derheq vê rewşa nebaş ku li Herêma Kurdistanê, di navbera aliyên siyasî de hatiye pêş, û asoya berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd tûşî metrsiyê kiriye, anî ziman.

Hesen Şerefî di beşeke din a axavtinên xwe de helwêsta nerm a Partiya Yekgirtûya Îslamî û hewlên vê partiyê ji bo ji hevdu fêmkirin û ragirtina hevsengiyê bilind nirxand, û hevdem amadeyiya Partiya Demokrat ji bo her hewleke dilsozane bi armanca ji hevdu fêmkirin û bihêzkrina yekrêziya neteweyî bo derbazbûn ji vê tengaviyê, dubare kir.

Heyeta Yekgirtûya Îslamî, tevî nîşndana kêfxweşiya xwe ji serdana Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, helwêsta Partiya Demokrat bilind nirxand û ragehand ku Yekgirtûya Îslamî li ser helwêstên xwe yên li hev nêzîkkirina aliyên siyasî wê berdewam be.