Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Deftera Siyasî ya PDKÎ bi boneya koça dawiyê ya Fehmî Demîr serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)

14:28 - 26 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ bi boneya koça dawî ya Fehmî Demîr serokê giştî ê HAK-PAR’ê peyameke sersaxiyê ji serokatiya vê partiyê re şand.

Deqa peyamê:

Rêzdar serokatiya HAK-PAR’ê

Tevî silaveke germ!


Em bi bihîstina nûçeya koça dawiyê ya rêzdar Fehmî Demîr serokê giştî yê partiya we dilgiran bûn. Seba vê bûyerê, em sersaxiyê dibêjne we serokatiya rêzdar, û endamên malbata rêzdar Fehmî, û hemû endam û alîgirên HAK-PAR’ê, û di xema vê bûyerê de, em xwe hevxemê we dizanin.

PDKÎ
Deftera Siyasî

04.08.1394
26.10.2015