Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDK Îranê: Bila Kurdên Sûriyê yekrêziyê weke hewcehiyek haşanekirî bo gihîştin bi azadiyê binêrin

16:21 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî a PDK Îranê di daxuyaniyekê de rewşa niha a Sûriyê ji Kurdên wê parçeya Kurdistanê re bi derfetek dîrokî da zanîn.


Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:


Xwîşk û birayên hêja!

Keç û xortên netewa Kurd!
Pêtirî 16 mehan berxwedanî, cangorîtî û qehremaniya xelkê wêrek û azadîxwaz yê Sûriyê li dijî desthilata nedemokratîk a Beşar Esed, tevî kuştina hovane a xelkê ji aliyê hêzên rejîmê ve, pêpikên rejîma Beis a Sûriyê xistine lerizînê û hêviyên serkevtina yekcarî ji xelkê Sûriyê re pêtir kiriye. Diyare eva jî ji azadîxwazên deverê re bûye cihê keyfxweşiyê û berdewamiya pêvajoya ramalîna dîktatoran û têkşinana pîlanên dostên dîktatoriyê, li dijî serhildana xelkê.
Wuha rewşek di Sûriyê de xincî nêzîkbûna giştî a xelkê wî welatî ji azadî û gihîştin bi armancê, derfetek dîrokî jî ji xwîşk û birayên me ên Kurd li wî welatî de pêkanîye ji bo ku li bajar û deverên Kurdistanê bibê hebûna hêzên tepeserkar ên rejîma Beşar Esed nefesên azadiyê hilkêşin. Rewşa han ji Kurdên Sûriyê re ku heya niha rejîma Beis ne tenê Kurd weke netewe nas nekiriye, belkî mafên hevwelatîbûnê jî bi wan nedaye, derfetek girîng û pirr buha ye.
Lewma PDK Îranê tevî nîşandana keyfxweşiya xwe ji pêşhatina derfeta han ku ji xwîşk û birayên me ên Kurd li Sûriyê re, hîvî dike ku Kurd bi hêjayî û hişyariyek tewa ji wê fersendê mifahê bistîne. Ji bo mebesta han jî yekrêzî û yekdengiya wan weke hewcehiyek haşanekirî ji serkevtin û gihîştin bi azadiyê binêrin.
Her di vê pêwendiyê de, di cih de ye ku hêza berevankar û xelkê Sriyê ku di pêxema pêkanîna derfeta han bi giştî gorî dane û kedek zêde dîtine, hest bi wan zulm û siteman jî bikin ku ber bi rûyê xwîşk û biyarên wan ên Kurd di wî welatî de bûne, rê nedin ku piştî hiloşîna desthilata Beşar Esed jî netewa Kurd li Sûriyê cardin berbi rûyê wan bêmafiyan bihê kirin.


Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî

25’ê Tîrmeha 2012’an