Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke dêplomatîk ya PKK’ê serdana PDKÎ kir

15:27 - 27 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Di vê serdana heyeta PKK’ê de, li ser germ û gurrtirkirina pêwendiyên siyasî û neteweyî digel PDKÎ pêdagirî hate kirin.

Li gora vê nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, Roja Duşemiyê 4’ê Xezelwera 1394 (26.10.2015)’an, heyeteke pêwendiyên dîplomatîk ên PKK’ê bi serperestiya rêzdar Serhed Warto, serdana binkeya Deftera Siyasî ya PDKÎ kir, û ji aliyê rêzdar Hesen Şerefî cihgirê sekreterê giştî ê PDKÎ û hejmarek ji endamên rêberiya PDKÎ ve hate pêşwazîkirin.

Di vê sedana xwe de, Serhed Warto bas ji vê yekê kir ku armanc ji serdana wan, germ û gurrtirkirina pêwendiyên siyasî û neteweyî digel PDKÎ ye, da ku bikarin li ser pirsên siyasî ji hevdu re alîkar bin, û pêdagirî li ser pêwendiyên du alî hate kirin.

Herwisa di doma basa xwe de, navbirî ji beşdarên civînê re, bas ji rewşa Kurdistana Bakur û Kurdistana Rojava û siyaseta navdewletî li ser pirsa Kurd li şerê li dijî DAÎŞ’ê de kir.

Piştre rêzdar Hesen Şerefî cihgirê sekreterê giştî ê PDKÎ tevî eşkerekirina kêfxweşiya xwe ji vê serdana wan, derheq pêwendiyên partî û aliyên siyasî, û siyaset û helwesta neguher ya PDKÎ, di warê alîkarî û piştgiriya ji xebata beşên din ên Kurdistanê, çend mijarek bas kirin, û bas ji rewşa Kurd li Kurdistana Rojhilat û siyaseta dijî mirovî ya rejîma Îranê kir.

Di dawiyê de, rêzdar Hesen Şerefî hêviya serkevtinê ji tevgera Kurd bi giştî û serkevtina piroseya aştiyê li Bakura Kurdistanê re xwast, û hêvî kir ku Kurd di hilbijartina 01.11.2015’an de serkevtinê bi dest bixin.

12431.jpg

12432.jpg