Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

RMMK: Cîbicîkirina hukmê bidarvekirina Şehram Ehmedî ragirin

21:27 - 29 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Rêkxirawa berevanî ji mafên mirovan a Kurdistanê, daxwaza ragirtina hukmê bidarvekirina Şehram Ehmedî girtiyê Kurd ê Sunî meseb di girtîgeha Recayîşehr a Kerecê de kiriye.

Li gora rapora gihîştî bi malpera Kurdistanmedia, RMMK bi belavkirina daxuyaniyekê daxwaz ji berpirsyarên payebilind ên dewletî û dezgeha dadwerî ya rejîma Îranê kiriye da ku birêvebirina hukmê îdama Şehram Ehmedî ragirin, û cardin bi berçavgirtina rêûşûnên yasayî û standard ên mafên mirovan, wî dadgehî bikin.

Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Li gora van zanyariyan ku di ber destên me de ne, girtiyekî Kurd ê Sunê meseb bi nave Şehram Ehmedî ku pêştir ji aliyê dadgeha Înqilabê ve biryara bidarvekirina jê re hatiye birîn, metirsiya birêveçûna hukmê wî li ser heye. Şehram Ehmedî temen 28 salî, berî şeş salan bi tometa pêwendiya digel girûpeke mesebî li Sine hate destbiserkirin,û kete girtîgehê de, û piştre jî bo girtîgehên Tehran û Kerecê hate veguhastin. Hinek ji raporên na fermî bas ji vê dikin ku hukê bidarvekirina navbirî, bi sedema pêwendî û çalakiyê wî digel girûpeke mesebî, jê re hatiye birîn. Birayê wî yê biçûktir jî her bi vê sedemê hatiye bidarvekirin.

Eva jî di demekê de ye ku ku dayîk û xûşka wî, di dema çûna bo dîtina navbirî berbirûyê bûyereke dilêş hatin, û diya wî kirîza dil derbas kir.

RMMK bi berçavgirtina van rastiyan, û vê baweriya ku bi vê yekê heye ku cezaya mirinê binpêkirina bingeh û stûnên mafên mirovan e, girêdayîbûna dewleta Îranê bi rêzgirtina ji mafên mirovan tîne bîra vê dewletê.

RMMK bi balkêşandina vê dewletê bona berçavgirtina aliyên însanî û exlaqî, di vê derheqê de, daxwazê ji berpirsyarên payebilind ên dewletî û dezgeha dadweriyê dike ku birêvebirina hukmê îdama Şehram Ehmedî ragirin, û cardin bi berçavgirtina rêûşûnên yasayî û standard ên mafên mirovan bê dadgehîkirin.

Tehran: 06.08.1394
28.10.2015
Rêkxirawa berevanîkirin ji mafên mirovan a Kurdistanê