Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hilbijartina parlemanî ya Tirkiyê bi dawî bû

15:17 - 2 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Hilbijartina pêşwext ya Tirkiyê bi dawî bû, û AKP bû xwediyê kursiyên herî zêde.

Li ser bingeha encama hilbijartina parlemanî ya Tirkiyê, ku roja Yekşemiyê 01.11.2015’an bi rê ve çû, AKP piraniya kursiyên parlementoyê bi dest xistin, û dikare bi tenê hikûmetê pêk bîne.

Di vê hilbijartinê de çar partiyan ji koma 16 partiyên beşdar di vê hilbijartinê de karîn bibin xwediyên kursiyan di parlemêntoya Tirkiyê de.

Eva cara duyemîn di heyama wan pênc mehên borî de bû ku feraksiyonên nav parlementoyê nekarîn hikûmeteke hevalbendî pêk bînin, lewra cardin hilbijartineke pêşwext hate kirin.

Alîgirên HDP nîgeran bûn ji vê ku ew şerê di navbera PKK û arteşa Tirkiyê de bibe sedema vê ku di hilbijartina pêşwext de HDP nekare wekî hilbijartina berê 80 kursiyan bi dest bixe, lê piştî hilbijartina pêşwext derket ku ew nîgeranî di cihê xwe de bû,û wisa jî lê hat.

Piştî hejmartina %99.6 ji dengan, AKP karî ku %49.9 ji dengan wate 316 kursiyan bi dest bixe, ku dikare bi tenê hikûmetê pêk bîne.

HDP jî herçend ku karî berbendê bişkîne, û %10.6 ji dengan bi dest bixe, lê li çav cara pêşîn 21 kursî kêm anîn. Herwisa CHP partiya alîgirê Ataturk karî 134 kursiyan bi dest bixe, ku 2 kursî ji cara pêşîn zêdetir bi dest xistin.

Di vê hilbijartina pêşwext de, MHP ku ya nasyonalîstên tundrew ên Tirk e, karî %12 ji dengan wate 41 kursiyan bi dest bixe, ku 39 kursî ji dest dane. Di vê dewra parlementoyê de çar partiyên bihêz û girîng dikevin nav parlementoyê de, ku HDP bo cara duyemîn e ku wekî partî tevlî parlemnetoyê dibe.