Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxûyaniya pilînoma yazdehemîn a Komîteya Nawendî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

21:20 - 4 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî a PDKÎ derheq bi birêveçûn û bidawîhatina yazdehemîn pilînoma Komîteya Nawendî, daxûyaniyek belav kir.

Eva deqa daxûyaniyê ye:

Roja Şemî 9’ê Xezelwer a sala 1394’an, hemberî 31’ê Çiriya Pêşîn a sala 2015’an, demjimêr 9’ê spêdê bi pişikdariya piraniya endamên rêberiya PDKÎ, û herweha pişikdariya nûnerê komîteya karûbarên PDKÎ li derveyî welat, pilînoma Komîteya Nawendî a Partiya Demokrat bi ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtin ji canê paqij ên şehîdên PDKÎ û şehîdên Kurdistanê dest bi karên xwe kir.

Di despêka civînê de, sekreterê vê partiyê destûra kar a pilînomê xist ber basê, û piştî pejirandinê ji aliyê pilînomê ve, rêzdar Misefa Hicrî baseke siyasî derheq bi hinek ji guherînkariyên girîng ên herêmê û Îranê û Kurdistanê ku têkiliyên rasterast û ne rasterast bi qedera gelê Kurd re hebûn, pêşkêş kir û piştî gotinên sekreterê partiyê, pişikdarên pilînomê ra û boçûnên xwe derheq bi rapora siyasî ya pêşkêşkirî xistin ber basê, û di encamê de serbarê pejirandina basê, bi dîtingeh û nêrînên xwe, basên pilînomê dewlemendtir kirin.

Di vê rapora siyasî de ku hate pêşkêşkirin, di despêkê de rewşa Sûriyê û guhertinên vê dawiyê ên şerê navxweyî yê vî welatî ketin ber bas û, serbarê vê ku bas ji dîroka alozî û şerê Sûriyê hate kirin, amaje bi vê yekê jî hate kirin ku, bi hatina Rûsiyê bo nav qada şerê Sûriyê de, balansa hêz di wî şerî de bi qazanca Beşar Esed hate guhertin û eva jî bûye sedem ku, niha Amerîka û hevalbendên wê bi sat û sewdayekê razî bin ku Rûsiye û hevalbendên wê jî tê de pişikdar bin, û xwedî deskevtên taybet bi xwe bin. Di pirsa han de renge Komara Îslamî bikare di heyameke Kurt de qazancê bike, lê di dirêjmideh de bi çendîn sedeman ku yek ji wan ferq û cudahiya berjewendî û stratijiya Rûsiyê û Komara Îslamî ye, bi qazanca rejîma Tehranê tewaw nabe.

Pareke girîng ji basa siyasî, bo basa li ser rewşa Îranê piştî lihevkirina Komara Îslamî tevî welatên 5+1 hatibû danîn, û tê de hatibû ku, herçend di despêkê de hinek aliyan wusa didane xûyakirin ku wê bi qazancê xelkê bidawî bê, û bitaybetî ku dewleta Rûhanî hêviyên çewaşekarane di nava hinek ji xelk û aliyên siyasî derheq bi encam rêkevtina bi navê “Bercam” çêkiribû, lê piştî heyameke kurt a çend heyvî derket ku tewahiya dilxweşiyên xelkê bê bingeh bûn, û careke din rewşa nebaş ya abûriya Îranê ku di encama birêveberiya xirab û nebaş a rejîmê û talankariyan ve derketiye holê, zêdetir ji berê xwe nîşan dide, heya qasekî ku çar wezîrên ser bi dewleta Rûhanî di nameyekê de vê rastiyê diselimînin ku kirîza aboriya Îranê nehatiye çareserkirin.

Ji aliyekî din ve, lihevkirina rejîmê tevî cîhana derve, nebûye sedema vebûna rewşa siyasî û civakî di Îranê de, û berevajî pêvajoya tundûtûjî û bidarvekirin û tepeserkirinan ber bi zêdebûnê ve çûne û, Ehmed şehîd Rêportêrê taybetî yê “NY” di rapora xwe ya herî taze de amaje bi zedebûna tepeserkirinan di Îranê de dike. Her di vê derbarê de givaşên ewlehî (emniyetî) ên rejîmê bi qasekî ber bi zêdebûnê ve çûne ku, tenanet hewara xwe birine ber kompaniya xwedî pirogram ya peywendiyên Mobayl Têlêgramê, da ku sîxoriyê bi ser xelkê de bike û, di encama qebûlnekirina daxwaza rajîmê ji aliyê kompaniya navbirî ve, rejîmê Têlêgram fîltêr û daxist.

Herweha destêwerdan û tevdanîkariyên rejîmê di herêmê de, ne tenê kêm nebûne, belkî ber bi zêdebûnê ve çûnê, û her di vê peywendiyê de bo cara çendemîn rejîma Komara Îslamî û dest û peywendiyên wê êrîş birin ser kempa endamên rêkxistina “Mucahidîn”ê li nêzîk Bexdayê, û êrîşa herî dawiyê di roja 29’ê vê heyvê hate encamdan.
Bi vê amajedanê derdikeve ku lihevkirina Komara Îslamî tevî welatên 5+1, tu guherîneke erênî bi ser siyaset û kiryarên rejîmê de neanîne, û rewşa xelkê di navxwe de xirabtir bûye, û nerazîbûn di nava xelkê de jî ber bi zêdebûnê ve diçe.

Her di basên peywendîdar bi rejîmê de, di rapora siyasî de, amaje bi pêngavên rejîm û aliyê siyasî derheq bi piroseya bi nav hilbijartinên parlimana rejîmê ku di Reşemeya sala 1394 (2016)’an de bi rê ve diçe hatibû kirin, û di vê peywendiyê de pilînomê serbarê hinek nirxandinên taybet bi hilbijartinê û pirogramên rejîmê û encamên bi nav hilbijartina berê, Deftera Siyasî û organên peywendidar erkdar kirin da ku di vê derheqê de, û bi nirxandina rewşê û haydarbûn ji pîlan û bernameyên rejîmê, bernameyeke taybet ya karî darêjin û, di derfetek din de Komîteya Nawendî helwêst û biryara taybet bi vê pirsê bide.

Di pareke din a basa siyasî de, pilînomê rewşa Kurd di her çara parên Kurdistanê de xist ber bas. Li Kurdistana Rojava amaje bi vê hatibû kirin ku berxwedana qehremanane ya Kurdan û bitaybetî hêzên “PYD” navbang ji bo Kurdan peyda kir, û niha Amerîka û Rûsiya hewla çêkirina têkiliyan tevî wan didin, lê bi sedema yekgirtînebûna Kurdan di vê para Kurdistanê de, û bi sedama vê ku “PYD”ê daxwazeke ronî û zelal derheq bi pirsa netewî bo Rojava tunebûye, Amerîka û Rûsiyayê jî tu bernameyeke ronî û zelal derheq bi pirsa Kurdan bas nekirine û, welatên derdorê jî dijî mafên Kurdan di vê para Kurdistanê de helwêst girtine, lewra metirsiya vê yekê heye ku piştî bidawîhatina şer, deskevteke berçav bo Kurdan nebe, lewra pilînom hêvîdar bû ku Kurd di Rojava de bi lêkdan û nirxandina wan metirsiyan û rewşê, siyaseta yekgirtî û dirust peyrew bike.

Derheq Kurdistana Başûr bas ji vê yekê hatibû kirin, ku bi sedema kirîzên cur bi cur ku pêsîra Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê girtine, bitaybetî kêşeyên destçêkirî ji aliyê Bexdayê ve, û zexta siyasî û aboriaya Bexdayê li ser xelkê Kurdistanê, û şer û gefxwarinên DAÎŞ’ê li ser Kurdistana Başûr û nizimbûna nirxa petrolê û …hwd, Hikûmeta Herêmê digel astengên zaf berbirû bûne, û serbarê vê yekê jî kêşeya pêşbirkêya di navbera hêzên siyasî de, ew rewşa Kurdistanê digel kirîzên zaf berbirû kirine, û zirar gehandiye rûçikê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, û derfet ji bo destêwerdana dijminan û neyarên Kurd pêk aniye, û bûye cihê nîgeraniya hemû Kurdan li her cihekî de. Pilînom tevî pêdagirîkirina li ser helwesta Deftera Siyasî ku pêştir hatibû ragehandin, hêvîdar bû ku hêzên Kurdistana Başûr bi siyaseta rast û dirust ya lêborînê, kêşeyên di navbera xwe de çareser bikin, û vê beşa Kurdistanê ji kirîz û tevlîheviyê rizgar bikin.

Raporên siyasî di beşa baskirina li ser Kurdistana Bakur de, tevî îşarekirina bi pêngavên pêşîn ên Kurd û PKK ji aliyekî û Hikûmeta Tirkiyê ji aliyekî din ve, di pêxema aştî û çareseriya siyasî, rewşa şerê niha bi zirar herdu aliyan yanî Kurdan û hikûmetê da zanîn, û bas ji xalên lawaz ên herdu aliyan kir, û xemsarî û şaşiyên PKK û hikûmeta Tirkiyê nirxand. Di vê derheqê de tevî amajekirina bi hilbijartinên parlementoyê di vê qonaxê de, herçend ku HDP ku nêzî Kurdan û PKK ye, dîsan karî ku bi xweşî ve berbenda yasayî derbas bike, lê mixabin li ber siyaseta şaş û jidestdana derfeta hewce, hejmara kursiyên wê kêm kirin. Pilînom di vê derheqê de hêvîdar bû ku herdu alî bi derswergirtina ji şaşiyên derbazbûyî , pêngavên micidtir ji bo aştî û çareseriya pirsê hilgirin, û Kurd di vê para Kurdistanê de ji riya siyasî ve bigihîje mafên xwe.

Di beşeke din ya rapora siyasî de, rewşa niha ya Kurdistana Rojhilat jî xistin berbas, û di vê beşê de, tevî îşarekirina bi berdewamiya rewşa nebaş ya a aboriya xelkê, û bêkarî û gefxwarinên rejîma Îranê li dijî kasibkaran, û talankirina serwet û heyiya Kurdistanê ji hêla kirêgirtiyên rejîmê ve, hate ravekirin, û pilînom li ser vê baweriyê bû, ku rewşa siyasî û aboriya Kurdistanê piştî vê ku dewleta Rûhanî hatiye ser kar, û bi taybetî piştî lihevkirina “Bercamê” netenê ber bi başbûnê ve neçûye, belkû xiraptir jî bûye, û pêvajoya îdam û destbiserkirina tundtir bûne. Di behsa baskirina li ser nrewşa siyasî ya Kurdistanê de, bas ji çalakiya tex û qatên cur bi cur û bi taybetî girevgirtinên mamaostayên Kurd hatibû kirin, û hewla çewtekariyên rejîmê ji bo biçûkkirina mafên neteweyî di çarçoveya bertengkirina wî mafî, bo beşekê di zanîngeha Sine de bi nave xwendina wêjeya Kurdî, yan danîna mohreyeke Kurd ê ser bi rejîmê di balyozxaneya rejîma Îranê di welatekî dûrketî de, wekî çewtekariyên rejîmê dihesibîne, û li ser vê baweriyê bû ku Kurd di Kurdistana Rojhilat de kêşeya siyasî û neteweyî heye, ne bicihkirina mohreyeke rejîmê, û xwendina wêjeya Kurdî di zanîngeha Sine de, nikare cihê mafê xwezayî ê xwendinê bi zimanê Kurdî ji qonaxa destpêkî ve heya asta herî bilind bigre.


Di beşeke din ya taybet bi Kurdistana Rojhilat, pêngavên PDKÎ bo şandina hêzê bo ser sînoran û herwisa liv û tevgera pêşmergeyan di nav kûrahiya xaka Kurdistana Rojhilat de, kete ber bas, û pêşwazîkirina germ û dilsojane ya xelkêKurdistanê ji vê pêngava PDKÎ, wekî cihê hêviyê û bilindkirina morala PDKÎ hate zanîn.

Pilînomê di vê derheqê de rêz û spasiya xwe ji hemû wan kesan kir ku alîkarê pêşmergeyên PDKÎ bûn di erkên wan de.

Piştî basên siyasî, di çend beşan de, bas li ser karûbarên hizbî û çalakiyên di van demên derbazbûyî de hate kirin, û ji aliyê berpirsyarên pêwendîdar ve, ew karûbar hatin şirovekirin, û raporên hewce bi pilînomê hatin dayîn. Derheq pêngavên PDKÎ û şandina hêzê bo ser sînoran û herwis açalakiyên pêşmergeyan di nav xelkê Kurdistana Rojhilat de, bi armanca pêwendîgirtina digel xelkê serdana wan kiribûn, bi erênî hatin zanîn, û di vê derheqê de pilînomê li ser organîzekirina hêza pêşmerge û karûbarên hewce, pirograma karê xwe pejirandin.

Di beşeke din ya basên pilînomê de, rewşa niha ya xebatê û rewşa PDKÎ û kar û çalakî ketin berbas, û di vê derheqê de, bas ji karê hizbî û serjinû organîzekirina karûbarên hizbê, û organên wê, û birêkxistinkirinê hate kirin.

Beşeke din ya karê pilînomê hatibû danîn ji bo baskirina li ser dirêjî û encama rûniştina PDKÎ digel hevalên pêşîn, û di vê derheqê de pilînomê tevî pejirandina pêngavên beê ên DefteraSiyasî ya PDKÎ bo ducarîkirin û destpêkirina cardin ya rûniştin û diyalogê, ku çend meh bûn sekinîbûn, û herwisa tevî pejirandina pêşniyarên Deftera Siyasî bo şêwaz û mîkanîzmên pêkhatina yekrêziyê û hevgirtina hizbê, mixabiniya xwe ji helwest û bersiva wan hevalan ragehand ku bi awayê hewce û erênî nehatin pêş, û di vê pêxemê de pilînomê tevî vê ku hêvî xwast ku bi vekirîhêlana deriyê gotûbêjan, ew heval bi helwesteke micidtir û yekgirtinxwazane di diyalog û rûniştinan de amade bin.

Dawiya karê pilînomê bona baskirina li ser kongireya şazdehem hatibû danîn, ku pilînomê biryar da di sala bihê de PDKÎ kongireya xwe ya şazdehem bigre, û hinek bas û mijarên taybet bi kongireyê ketin berbas, û îşare bi hinek karên hewce di vê pêxemê de hatin kirin, da ku di civînên bihê yên Komîteya Nawendî de, pirograma kar bo wan bê dariştin, û biryara taybetî li ser wan bê dayîn.

Pilînoma Komîteya Nawendî piştî sê rojan bas û şiroveya mijarên siyasî û rêkxistinî, roja Duşemiyê 03.11.2015’an demjimêr 7’ê êvarê dawî bi karên xwe anî.

PDKÎ
12.08.1394
03.11.2015