Kurdistanmedia: Mihemedemîn Moradî xelkê bajarê Şino’yê û endamê berê yê PDKÎ, koça dawî kir.
Li gora rapora ku gihay malpera Kurdistanmedia, roja Duşemiyê 2’ê Çiriya Paşîn a 2015’an, Mihemdemîn Moradî kurê Mihemed naskirî bi Mihemed Emîn Goran xelkê bajarê Şino’yê bi sebeba ravestiyana dil koça dawî kir.
Mihemed li sala 1980’î de tevlî refên pêşmergên PDKÎ bûye. Navbirî li şerên li dijî êrîşên hovane yên rejîma Îslamiya Îranê bo ser bajarên Neqede, Şino, Heleba Kuykan û herwisa di şerê sê mehî de jî beşdarî kiriye, Mihemed heta sala 1986’an di nav rêzên pêşmergan de bûye, û piştre wekî endamekî çalak heta dawiya jiyana xwe bi rêbaza Partiya xwe wefadar bûye.
Navbirî sala 1337 (1958)’an li gundê “Kanîreş” a girêday bajarê Şinoyê hatye dinê, û termê wî li nav girseya xelkê de bi axê hate spardin. PDKÎ, sersaxiyê li malbat û kes û karên Mihemed dike, û xwe di vê xem û kesera wan de şêrîk dizane.