Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Firansayê, wê meşeke nerazîbûnê li dijî sefera Rûhanî bi rê ve here

20:22 - 9 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Komîteya birêvebirina meşa nerazîbûnê, li dijî 37 sal cinayetên komara Îslamî a Îranê, bangewaza meşeke nerazîbûnê li dijî sefera Ruhanî bo Parîsê bilav kir.

Li gor nûçeya Kurdistanmedia, di vê bangewazê de hatiye: Em beşek ji pêkhatiyên siyasî û civakî û çalakên opozîsyonên dervayî welat, nerazîbûna xwe di hemberî nedadperweriya ku di heyama 37 sal kuştin û tepeserkirina mafên hemû neteweyên Îranê û ...hwd de hebûye, eşkere dikin.

Di beşeke vê bangewazê de hatiye ku:

Hesen Rûhanî serkomarê rejîma Îranê ji aliyê serkomarê Firansayê ve bo wî welatî hatiye gazîkirin da ku serbarê binpêkirina mafên mirovan û beşdarî di kiryarên terorîstî û alîkariya digel dîktatorên herêmê û kêşasazkirina li cîhanê de dest bi asayîkirina pêwendiyên siyasî û bazirganî digel Firansayê û welatên din ên Ewropayî bike û ji xwe re rewayiyê bi dest bixe.

Em beşek ji pêkhateyên siyasî û civakî û çalakên opozîsyonê li derveyî welat, me dest bi pêkanîna xwepêşandaneke nerazîbûnê li derveyî welat kiriye.

Bi vê hêcetê em daxwazê ji hemû van Îraniyên azadîxwaz ku baweriya wan bi herifandina rejîma Îranê heye û daxwaza azadî û demokrasî û serbixweyî û wekhevî ....û hwd dikin, daxwazê dikin bi awayekî çalak di vê meşa nerazîbûnê de beşdariyê bikin.

Xwenîşandana nawendî: 15.11.2015
Parîs kolana “République” demjimêr 13-15
Aksiyonên din : Duşem 16.11.2015 demjimêr 9- 17 qada “Fontenoy” Parîs heftem, nêzîk UNSCO
Sêşem 17.11.2015 demjimêr 15-17 di qada “Invalides”, Parîs heftem

Komîteya birêvebirina nerazîbûnê bi sedema 37 sal cinayetên rejîma komara Îslamî a Îranê

Parîs