Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekarekî Kurd bi awayekî ne ronî canê xwe ji dest da

20:28 - 10 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Xwendekarekî Kurd ê Zanîngeha Pizişkî ya Bêhêştî ta Tehranê, bi awayekî nediyar û cihê gumanê canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora gehiştî destê Kurdistanmedia yê, Êhsan Kerîmî xelkê bajarê Zerînê û xwendekarê sala dawiyê ya rişteya pizişkî, bi awayekî nediyarî û cihê gumanê û bi sedema ketin ji qata şeşem ya avahiyekê li derdora nexweşxaneya “Loqman” a bajarê Tehranê canê xwe ji dest da.

Çavkaniyek haydar ji rewşê ragehand ku, navbirî tu arîşe û nesaxiyek derûnî nebûye û nûçeya xwekujiya wî ne rast e û, egera vê yekê heye ku Êhsan ji aliyê çend kesan ve ji qata şeşê ve hatibe firêdan.

Ev çavkanî herweha dibêje ku heyamek berî niha bi sedema lome û rexne ji olê Îslamê di torên civakî de, gefa kuştinê ji Êhsan hatibû xwarin.

Êhsan derheq bi olê Îslamê ragehandibû ku, “Ez ne alîgirê mafê jin im û ne jî alîgirê mafê mêr im, çend şev berî niha min di TV yê de ev ayeya Qur’anê dît û dibêje :يُوصِيكُمُ اللّهُ فِي أَوْلاَدِكُمْ لِلذَّكَرِ مِثْلُ حَظِّ الأُنثَيَيْنِ ….

Eva jî bi vê wateyê tê ku xwedê şîreta vê yekê dike ku ji mîratê babîniyê, bi qasî du keçan gerek bi zarokê kur bê dayîn.

Lewra eva ku cihê heyirîna min e ev e ku xwedayê ku bas ji wekhevî û yeksaniyê dike, di navbera 2 ewdên xwe de ku ji aliyê wî bi xwe we hatine çêkirin, ferq û cudahiyê dadinê.

Hevkilasiyên Êhsan ragehandin ku navbirî, yek ji xwendekarên herî serkevtî û zehmetkêş û çalak yê zanîngehê bû ku bi sedema cudabîriyê canê xwe ji dest da.