Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî xelkê bajarê Ehwazê ji aliyê hêzên Întizamî yên rejîma Îranê ve hate kuştin

20:08 - 12 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Ciwanekî Ereb xelkê bajarê Ehwazê, bi navê “Elî Celalî” bi sebeba teqeya rasterast a hêzên Întizamî yên rejîma Îranê hate kuştin.

Li gora rapora ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja Sêşemiyê 10’ê Ciriya Paşîn a 2015’an, bi sebeba êrîşa hêzên Întizamî yên rejîma Îranê di nav bazara bîbar firoşan ya Qavexaneya Kolana Leşkerabad (Hî- Elnêhzet) ciwanekî temen 17 salî bi navê Elî Celalî di encama teqeya rasterast a hêzên cinayetkar ên Întizamî yên rejîma Îranê jiyana xwe ji dest da.

Li gora wan nûçeyên ku giheştinî malpera Kurdistanmedia, kelanteriya 30 ya bajarê Ehwazê êrîş kiriye ser vê bazarê û piştî teqeya rasterast li hemwelatiyên Ereb, Elî Celalî hatibû kuştin û xelkê herêmê jî bi vê sedemê nerazîbûn li dijî vê kiriyara hêzên Întizamî yên rejîma Îranê, êrîş birin ser vê baregeha (Kelanteriya) rejîmê.

Hemwelatiyekî di vê derbarê de ragehandiye, ciwanên Ereb yên bajarê Ehwazê bi sebeba nebûna kar û bilindbûna asta bêkariyê di vê parêzgehê de, mijûlê kar di ristoran û qehwexaneyan de ne ji bo dabînkirina dahata jiyana xwe. Lê ev karê hemwelatiyên Ereb nerazîbûna hêzên tepeseker ên rejîma

Îranê li dû xwe re aniye. Rejîma Îranê piştî şoreşa sala 1357’an, bi awayekî hertimî zext û givaşan dixe ser hemwelatiyên Ereb û di sala 1383’an de jî hewl da ku pêkanînên herêma ku ereb lê akincî ne biguherîne, lê her eva jî bo sebeba nerazîbûna akinciyên vê herêmê.