Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiyê ya PDKÎ ji bo kongireya çarem ya Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê

21:14 - 14 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Defetra Siyasî ya PDKÎ di peyamekê de pîrozbahiya xwe bo kongireya çarem ya Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê ragehand.

Deqa peyamê:

Bo Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê
Rêzdar serkirdayetiya Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê


Digel rêz û silavan, û herwisa pîrozbahiyan bi boneya birêveçûna kongireya çarem a partiya we, em hêvîdar in ku we kongireyeke baş û pirr nawerok û pirr deskevt hebe, hem ji bo we bixwe wekî endam û tekoşerên Partiya Demokrat a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê û hem jî bo tewahiya gelê Kurd li Kurdistana Rojava.

Em wekî PDKÎ bi pêdagiriya li ser dostatî û nêzîkatiya çendîn salî bi we re, em gellekî kêfxweş in ku nûçeya birêveçûna serkevtiyane ya kongireya we bi taybetî li ser xaka Kurdistana Rojava dibihîsin û em çavnihêriya serkevtinên zêdetir bo we dikin. Em pêdagiriyê li ser dostatiyê dikin û rêz û hurmet ji bo kongireya we û biryar û encamên wê, û em hêvîdar in ku dostatî û nêzîkatiya me ji carên pêşîn jî qahîmtir be.

Hevalên rêzdar!

Her wekî hûn bixwe şareza ne û agehdarî pêvajoya bûyeran in, di herêma Rojhilata Navîn de, qonaxa niha ya demê, qonaxeke gellekî hestiya e ku her rêkxiraweke siyasî û her tevgereke xebatkarane, hewce ye bi ew qasê hişyarî û çavvekirîbûnê û herwisa bi riha fedakariyê û hestkirina bi berpirsiyariyê zêdetir pêngavan hilgire.

Bi taybetî li Rojava ku hûn wekî partiyeke xwedî ezmûn a xebatkar, li Kurdistana Rojav baştir ji hemiyan dizanin ku niha şereke bixwîn bi ser gelê Kurd li Rojav û hemû gelên Sûriyê de hatiye sepandin, lê bê guman piştî şer guherînkariyên gellek mezin di rê de ne, û erka li ser milên hemû aliyekî siyasî di vê beşê de ye ku bi hişyariyeke zêdetir ve û herwisa bi hestkirina bi berpirsayetiya neteweyî ya berfirehtir ve digel rewşê li hev bikin, jiber ku ew qonaxa niha wê pêşerojeke dûr û dirêj li ser bihê avakirin, û şaşiyeke biçûk jî hekî niha bihê kirin, wê heya demeke domdirêj wê xisarê bigehîne me, û di pêşerojê de nivşên piştî me, wê me rexne bikin.

Kurd di hemû parên Kurdistanê de û bitaybetî niha li Rojavaya Kurdistanê de, hewceyî bi yekgirtîbûn û hevdengî û dûrketina ji pêngavên yek alî û sepandina hijmûniyê heye û, bona vê erkê girîng jî gerek hemû rêkxistin alîkar bin û tenê bi aliyekî nahê encamdan, lê kes û aliyên weke we hewce ye ku rola navbeynkarî û komkirina hemû aliyan li devra pirogrameke hemaheng bilîzin, û Kurdan jî ji hevdu veqetiyanê derbaz bike.

Herweha niha êdî dema vê yekê hatiye ku li Rojavaya Kurdistanê bereya Kurdistanî bê avakirin û, hem bi pilatform û bernameya diyarîkirî pêngavan bavêjin û hem jî, daxwazên ronî û eşkere li hemberî nawendên deshilatdar û biryarder, we hebe û, hewil bê dayîn ku faktora girîngi ya Kurd bona ewlehî û cihgîrkirina aşayişa herêmê û dijatiya terorê, nehê erzanfiroşkirin, û bername û daxwaziyên ronî ên netewî hebe, jiber ku nifşên pêşerojê li şaşitiyên me nabihorin.

Em xatircem in ku dostên me ên Partiya Demokartîk a Pêşvro ya Kurd li Sûriyê, bi başî şarezayê tewahiya wan xalan in û wê van xalan li ber çav bigirin, û me tenê hewil daye ku wan xalan bînin bîra we.

Carekî din weke nîşandana kêfxweşiya xwe bi boneya kongireya we, ji niha ve em serkevtina kongireya we û pejirandina bernameya karên zêdetir û netewî, bo pêşeroja rekxiraweya we, bi hêvî dixwazin, û pîrozbahiyê li we dikin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
09.11.2015
18.08.1394