Kurdistanmedia: Deftera nûnerayetiya PDKÎ di peyamekî de ligel hevxemiya xwe tevî hemwelatiyên Firansayê, teqîna terorîstî a bajarê Parîsê jî şermezar kir.
Deqa peyamê:
Daxûyaniya deftera nûnerayetiya PDKÎ li Parîsê
Roja 13.11.2015 (23.8.1394)’an, li bajarê Parîsê paytexta welatê Firansayê di çend kiryarên terorîstî de teqe û teqîn li çend cihan hatin encamdan ku mixabin aliyê kêm heya niha 128 kes hatin kuştin û nêzîk bi 200 kas jî hatin birîndarkirin.
Di vê derheqê de deftera nûnerayetiya PDKÎ li Parîsê tevî şermezarkirina vê kiryara terorîstî û bêzarbûn li teror û terorîzmê, sersaxiyê li hikûmet û xelkê Firansayê dike, û hevxemiya xwe bo jidestdana canê wan goriyan radigehîne, û hevderdî tevî malbatên wan dike û her di vê demê de jî hêviya çêbûnê bo birîndarên wê kiryara terorîstî dixwaze.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera nûnerayetî li Parîs
14 .11.2015
23’ê Xezelwer a 1394