Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama hevderdiya Birêz Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ bo Franswa Oland serkomarê Fransayê

20:42 - 15 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ peyameke sersaxiyê derheq bûyerên Parîsê, ji serkomarê Fransayê re şand ku eva jêr deqa vê peyamê ye:

Rêzdar serkomar!

Di vê dema dijwar de, ez îznê didim xwe ku bi şandina peyamekê li ser navê PDKÎ, tevî hevderdîkirina digel we, sersaxiyê bêjme we, û ji riya we ve jî bêjme hemû xelkê Fransayê, ku di şeva 13.11.2015’an de, li parîsê ketin ber êrîşa terorîstî û hovane.

Ew êrîşên hovane di rastî de, cînayet li dijî mirovahiyê ne, û li dijî buha û nirxên cîhanî ên wekî aştî û azadiyê ne, ku Fransa yek ji wan welatan e ku parêzerê wan nirxa ye. Em vê cînayeta li dijî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin, û pêdagiriyê dikin li ser hevbendiya rastbêjane û sadiqane ya xwe digel xelkê Fransayê li dijî hovîtî û terorîzmê. Kerema xwe silavên sadiqane ên min qebûl bikin.

Mistefa Hicrî
14.11.2015