Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

CNFI: Bûyerên terorîstî ên Parîsê, bo netewên Îranê, bîrhênerê teror û bidarvekirinên Îranê, yên li dijî wan in

21:05 - 17 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Kongireya Netewên Îrana Federal di daxûyaniyekê de, hevxemiya xwe tevî malbata goriyên bûyerên terorîstî ên Parîsê nîşan da.

Li gorî rapora gehiştî malpera Kurdistanmedia yê, Kongireya Netewên Îrana Federal bûyerên Terorîstî ên Parîsê bi rundî mehkûm dike û, ew qasê kerb û kîna xwe derheq wan êrîşên terorîstî radigehîne.

Deqa vê daxûyaniyê ku di destê Kurdistamedia de ye bi vê awayî ye:

Daxûyaniya Kongireya Netewên Îrana Federal derheq bi êrîşên terorîstî ên Parîsê


Kongireya Netewên Îrana Federal, kuştara xelkê bê tawan di heft taxên Parîsê de, bajarê aşîtî, demokrasî û hunerê ku, heya niha têde lanî kêm 132 kesên bêtawan, bûne goriyê kiryarên tolî sitandinên(Êntiqam cûyanê) cînayetkarane ya hinek kesên bêpar jî mirovahî û şaristaniyetê, bi rtndî pirotesto dike û sersaxiyê dibêje malbat û sekûkarên goriyan.

Li tu azadîxwazekê veşartî nine ku mifahwergirtina xirab ya herî mezin di wan êrîşan de, welatên serkutker û dîktator ên weke rejîmên Îran û Sûriyê ne û, bo netewên Îranê, ev kiryara hovane bîrhênerê teror û bidarvekirinên rejîma Îranê li dijî wan e.

Kongireya Netewên Îrana Federal careke din serbarê pirotestokirina ev ev kiryara terorîstî û nîşandana kerb û kîna xwe derheq bi êrîşên terorîstî ên Parîsê, carek din sersaxiyê dibêje dewlet û xelkê Firansa yê û, serbarê vê ku xwe dixin refa piştevaniyên navnetewî, hevxemiya xwe tevî malbatên goriyan nîşan didin û di heman demê de, başbûna bilez bû bi sedan birîndarên vê êrîşê hêvî dikin.

Kongireya Netewên Îrana Federal
13.11.2015