Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bersiva Mes’ûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê bo Mistefa Hicrî

20:28 - 18 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Barzanî di peyamekê de bersiva Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ derheq azadkirina Şingalê da.

Deqa peyamê:

Rêzdar Mistefa Hicrî, sekreterê giştî yê PDKÎ

Silav û rêz!


Digel spasiyan ji bo we, nameya we rêzdarî bi boneya serkevtina operasiyona Şingalê gihîşte destên me.

Gellek spas bo hesta we rêzdarî. Bê guman hêza pêşmergê Kurdistanê bi azadkirina Şingalê û hemû herêmên din jî, cesûrî û destaneke bê mînak nivîsandin, û niha navê pêşmerge di hemû cîhanê de, bûye remza cesûrî û camêriyê.

Bi piştevaniya xwedê û hêza pêşmerge, û gelê Kurdistanê, dawî têkçûna terorîstan bi destên pêşmerge dibe.

Hûn jî her şad û serkevtî bin.

Mes’ûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16.11.2015