Kurdistanmedia: Berpirsê karûbarên mafê mirov di Almanê de, daxwazê dike ku rojnamevanên girtî di Îranê de serbest bên berdan.
Roja Duşemî 20 Xezelwerê, “Kirîstof Êştêrsêr”, berpirsê karûbarên mafê mirov ên Almanê, serbarê vê ku îşare bi girtiyên vê dawiyê ên rojnamevanan di Îranê de kir, daxwaz kir ku ev rojnamevan serbest bên berdan.
Navbirî pêdagirî li ser pabendbûna rejîma Îranê bi carnameya “NY” derheq bi mafê medenî û siyasê ên hemwelatiyan kir.
Berpirsê karûbarê mafê mirov di welatê Almanê de herweha ragehand ku, rejîma Îranê gerek mafê azadiya ramanê berçav bigir e.
Heyamek berî niha, hejmarek ji karnasên mefê mirov ên ser bi rêkxistina “NY” di daxûyaniyekê de ji rejîma Îranê daxwaz kirin ku destan ji girtin û tirsandin û ragirtina rojnamevanan berde û herweha rojnamevanên girtî jî serbest berde.
Pêlên girtina rojnamevanan di Îranê de ji aliyê Îtila’at û Sipaha Pasdaran ve destpêkiriye.
Ev rojnamevan ji aliyê ragehandinên ser bi Sipaha Pasdaran ve bi “Sîxorên dûjminan” hatine binavkirin.
Rêkxistina nûçegehanên bê sînor, di warê azadiyên ragehandinê de, Îranê weke yek ji welatên herî xirab da nasandin. Îran yek ji mezintirîn girtîgeha rojnamevana ne di cîhanê de.