Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeş endamên din ên Spaha terorîstî ya Pasdarên rejîma Îranê hatin kuştin

15:43 - 19 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Di dirêjiya kuştiyên endamên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê de, şeş endamên din ên vê rêkxistina terorîstî di Sûriyê de hatin kuştin.

Li gor nûçeyên ku hatine bilavkirin, şeş endamên din ên Spaha terorîstî a Pasdarên rejîma Îranê, roja Sêşemî 26.08.1394 li Sûriyê hatine kuştin ku di nava wan kuştiyan de pasdarekî rejîmê bi navê Mistefa Mûsewî temen 20 salî jî heye.

Nûçegehaniyên rejîmê bilav kirine ku navên 3 kesên din ku di nava wan kuştiyan de ne bi vî awayî ye: Mihemedreza Îbrahîmî, Bêhzad Sêyfî û Setar Ebasî ku roja Sêşemiya derbazbûyî di şerekî tevî hêzên rejîma Sûriyê de hatine kuştin.

Şik û gumana vê tê kirin ku gellek endamên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê di sûriyê de hatibin kuştin, lê rejîma Îranê her carê navê hejmarek ji wan kuştiyan eşkere bike.

Heya niha zêdetir ji 50 kes ji endamên wê rêkxirawa terorîstî di Sûriyê de hatine kuştin û herwisa bas ji vê heye ku “Qasim Sulêymanî” fermandeyê hêza Qudis a wê rêkxistinê jî li Sûriyê hatibe kuştin.

Rejîma Îranê, endamên xwe yên ku li Sûriyê têne kuştin wekî parêzerê herema Zeyneb bi nav dike.