Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endam û pêşmergeyekî berê ya PDKÎ çû ser dilovaniya xwe

20:59 - 19 Çirriya paşîn 2015

Kurdistamedia: Endam û pêşmergê berê yê PDKÎ Mihemedsalih Xoşreftar yê xelkê herêma Hewramanê, koça dawiyê kir.

Li gorî nûçeya gehiştî destê Kurdistamedia yê, roja Yekşemî berwarê 24’ê Xezelwer a sala 1394’an a Rojî, Mihemedsalih Xoşreftar kurê Mihemed a naskirî bi Mihemed Wezlî, xelkê herêma Hewramanê, di temenê 65 saliyê de koça dawiyê kir.

12607.jpg
Mihemedsalih Xoşreftar
Navbirî her di despêka eşkerebûna xebata PDKÎ tevlî refên hizbê dibe û di hêza Şaho de weke pêşmergeyekê dest bi xebata pêşmergatî û siyasî dike û, sala 1363’an(1984) bi sedema hinek arîşe û astengên taybet bi xwe dest ji xebata çekdarî kişand û vegeriya nava malbata xwe û, piştre di sala 1366’an(1987) careke din vegeriya nava refên pêşmergên PDKÎ û, sala 1371’an(1992) liser îzna Hizbê carek din vegeriya Îranê û weke endamek nepenî di rêxistinên Hizbê di navxwe de hate sazimandan û erkên Hizbê cîbicî dikirn.

Termê Navbirî di nava aporaya xelkê deverê de bi axê hate sipartin.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbata Mihemedsalih Xoşreftar û xwe di xem û kovana jidestdana wî de, bi şirîk dizane.