Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka 2 şehîdên rêya Rizgariya Kurdistanê çû ser dilovaniya xwe

20:01 - 21 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Dayîke “Zilêxa Ebdullahpûr” dayîka 2 şehîdên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi navên şehîd Xalid û şehîd Moslêh Nesîrî û herweha Hamid Nesîrî ku niha endamê Hizbê ye û li derveyî welat dijî, li bajarê Nexedê koça dawiyê kir.

Ligorî rapora gehiştî destê Kurdistanmedia yê, roja Pêncşemî berwarê 28’ê Xezelwer ya sala 1394’an a Rojî (2015), dayîke Zilêxa Ebdullahpûr li gundê “Xelîfeliyan” ya ser bi bajarê Nexedê, di temenê 90 saliyê de koça dawiyê kir û termê wê di nava aporaya xelkê deverê de bi, axa nîştiman hate sipartin.

Navbirî jineke xwedî moral û cesûr bû ku cihê rêz û hurmeta xelkê deverê bû û, hertim şanazî bi vê yekê dikir ku kurên wê di nava xebatkarên PDKÎ de ne û, gellek caran jî, li ser mijarên siyasî digel kesên ser bi rejîmê, tûşî şer û pevçûnan dibû.

12615.jpg
نYekem kurê dayke Zilêxa Ebdullahpûr wate şehîd Xalid Nesîrî, berwarê 29’ê Reşeme ya sala 1361’an a Rojî (1982) di şerek qehremanane, li gundê “Çeqel Mistefa” ya ser bi bajarê Nexedê hate şehîdkirin û, kurê duyemîn wate şehîd Muslih Nesîrî di berwarê 14’ê Xermanan a sala 1369’an a Rojî(1970), li dola “Zewiyan” a ser bi bajarê Pîranşarê hate şehîdkirin û her di wê dolê de bi axê hate sipartin.

Herweha kurek din yê navbirî bi navê “Hamid Nesîrî”, di dema pêşmergatiya xwe de fermanderê lik bû di refên PDKÎ de û, di sala 1365’an a Zayînî(1986) bi tundî hate birîndarkirin û pişter bona çareserkirina birînan wî, bo welatê firansayê hate şandin. Piştre û di sala 1970’an(1369)de ji rêya peywendiyên PDKÎ û bi hevkariya “UN”ê, bo welatê Swîdê hate şandin û heya niha jî di wî welatî de, jiyana xwe didomîne û her wefadar e bi rêbaza xwe û birayên xwe ên şehîd.

Hêviya herî sereke ya dayîke Zilêxayê ev bû ku Kurdistan rizgar be û Hamid ê kurê wê û hevçeperên her du kurên wê yên şehîd, vegerin Kurdistanê û wan li hembêza xwe de bigire. Lê mixabin feleka wê çep ba da û mirinê rê neda ku bigehe hêviyên xwe.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên dayke Zilêxa û xelkê bajarê Nexedê û derdorê û, xwe di xema jidestana wê de bi şirîk û pişikdar dizane.